AMED - Li navçeya Rezan wesayîteke ku xiza zêde kir, li jineke ciwan ku dixwest ji hember derbasî hember bibe qelibî û wê birîndar kir.
Li bûlwara Tûrgût Ozal a navçeya Rezan a Amedê wesayîta bi pîleqeya 21 KK 070 ku ji aliyê M.E. ve dihat ajotin, li jineke ciwan ku dixwest ji hember derbasî hember bibe qelibî. Wesayît ji ber xiza zêde, piştî qelibandinê bi qasî 100 metreyî dûr bi zorê sekinî. Bi bandora qelibandinê re cama pêş û eynikên kêleka wesayîtê şikestin û jina ciwan ket bin wesayîteke parqkirî. Ji ber vê yekê jina cîwan ji xwe ve çû û piştî demekê bi alikariya welatiyên derdorê hat ser hişê xwe. Jina ciwan paşê bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbiyê ya Amedê.