AMED - Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê ku bi armanca pêşîligirtina îsrafê xebatan dimeşîne, di serî de saziyên cemaweriyê û li sîte û milkiyetan bi ava torê avdanî neyê kirin, agahdarnameyeke nivîskî weşand.
Miduriyeta Giştî ya Rêveberiya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) bi armanca pêşî li îsrafê bigire û gel agahdar bike, ji bo "Têkoşîna Dijî Qaçaxê" seferberî da destpêkirin. Di çarçoveya seferberiyê de Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê bi 40 komên ku ji 120 kesî pêk tên, di serî de li saziyên cemaweriyê û sîte û milkiyetan ji bo ku bi ava torê avdanî neyê kirin, agahdarnameyeke nivîskî dan.
JI DÎSKÎ'YÊ DAXUYANÎ
Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Miduriyeta me ya giştî ji bo pêşîligirtina îsrafê û pêwîstiya avê, ji niha şûn ve dê daxwazên avdaniyê yên qadên şîn ên sîteyan nebersivîne. Li gorî benda 2'emîn a xala 7'emîn a Rêziknameya Terîfeya DÎSKÎ'yê, ji bo sexberiya avê DÎSKÎ bi armanca ku pêşî avê bide aboneyên xwe yên rûniştgehan dikare firotina avê ya ji bo hin aboneyan bi awayekî demkî rawestîne. Di vê çarçoveyê de ji bo avdaniya qadên şîn ên sîteyan dê abone neyê dayîn û sîteyên ku bîrê wan dikarin qadên wan ên şîn dikarin bi avên van bîran bên avdan. Sîteyên ku bîrê wan tunene jî piştî dayîna agahdarnameyê divê heta 30 rojan bîr bikolin. Heta dîroka ku hatiye diyarkirin dê toren avê yên ku ji bo qadên şîn ên van sîteyan hatine kişandin dê bên betalkirin. Aboneyên ku bergiriyên xwe negirin ew ê ji mexdûriyeta xwe berpirsyar bin."