Duh 'Kembera Ereban' îro 'Kembera Tirkan'

img

GIRÊ SPÎ - TSK li ser sinorê Girê Spî eskerên zêde bi cih dike. Duh heyetek DYA hat Tirkiye û bi wezareta parastinê re hevdîtin kir. Hevdîtin îro ji berdewam dike. Heyeta DYA diyar kirin ku duh li dijî “Kembema Ereb" bûn û îro jî wê “Kembera Tirk" qebûl nekin. 

Tirkiye dixwaze li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "herêma ewle" ya ji 30 kilometreyan pêk tê ava bike. QSD jî dixwaze herî zêde 5 kîlometre "herêma tampon' bê avakirin. Li ser vê yekê DYA 2 rojin di navbera Tirkiye û Hêsên Sûriyeya Demokratîk ( QSD) de hevdîtinan dike. Tirkiye zû bi zû nêzî maseya çareseriyê nabe. Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan jî di her axaftina xwe de dibêje "Em ê têkevin Rojhilata Firatê"  Duh heyeta DYA hatin Tirkiye û li Enqereyê 6 saetan hevdîtin kirin. Îro jî hevdîtinên DYA û Enqere berdewam dikin. Li aliyê din sewqîyata TSK'ê ya li ser sînorê Girê Spî, Kobanê û Serêkanîye berdewam dike. Tirkiye her dem herêma armanc dike ku Girê Spî, Kobanê û Kantona Cizîrê ji hev qut bike. 
 
KEMBERA EREBAN Û GIRÊ SPΠ
 
Girê Spî ku girêdayî Herêma Firatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dih eman demê de di navbera Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de bûye wekî pir û herdu kantonan bi hev ve girê dide. Girê Spî li hemberî Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale ya Rihayê ye. Girê Spî, di rêveberiya rejîmê de wekî navçeya girêdayî Rakka dihat zanîn. Piştî Hafız Esad  hat ser îktîdara Sûriyeyê di sala 1974'an de "Kembera Ereban xistin meriyetê. û kember ava kirin. Yek ji bajarê bû qurbana polîtîkayên "Kembera Ereban" Grê Spî bû. Kembera Ereban ku di navbera Sûriye û Tirkiye de hat avakirin û dirêjahiya wê 350 kilometre û firehiya wê 10-15 kilometre bû, Kurd koçberî cih û warên din kirin. Ji Reqqa û Helebê eşîr anîn û li şûna Kurdan bi cih kirin. Li aliyê din demografiya herêmê guhertin û kemera ereban ava kirin. Bajarê Girê Spî heta niha her dem bû hedefa polîtîkayên yek perest. 
 
POLÎTÎKAYÊN YEK PERESTIYÊ HER DEM BERDEWAM KIR'
 
Di 12'ê Adara 2004’an de li Bajarê Qamişlo li dijî rejîma BAAS gel serî hilda. Wê demê jî Grê Spî rastî êrîşan hat. Rejîma Baas dîsa ket nava tevgerê û erebên li herêmê li dijî kurdan bi çek kirin û Ereb li Kurdan sor kirin. Rejîmê wê demê jî xwest gelê herêmê li hev sor bike û bi hev bidin şer kirin. Lê wê demê rêberên Kurd û Ereban li hev kom bûn û rê li pêş vê yekê girtin. Li herêmê Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermenî di nava hev de dijîn û xwedî hebûnek mozaîk e. 
 
Dema şerê navxweşî yê li Sûriye dest pê kir, Girê Spî ewil ket destê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û piştre jî ket destê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) yanî El Nusrayê. Bajarê ku berê teslîmî DAİŞ’ê kirin, rastî hilweşînek mezin hat. Dema DAIŞ ket Girê Spî gelek mirov hatin kuştin û mirov hatin înfazkirin. DAIŞ'ê li vir deriyê Kaniya Xezalan (Akçakale) bikar anîn û têkiliya xwe û Tirkiye li vir berdewam kirin. Di ser vê xetê re alîkariya lojîstîk ji Tirkiye şandin Reqqa û Musulê û alîkarî dan DAIŞ'ê. Girê Spî, wê demê bû deriyê bazirganiya dinavbera DAIŞ û Tirkiyeyê de. Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê piştî Kobanê li Grê Spî pêş ket. Hêsên Sûriyeya Damokratîk (QSD) ku li Kobanê DAIŞ têk birin, di çarçoveya “Hamleya Rubar Qamişlo" de di 15'ê Hezîrana 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ'ê paqij kirin. Piştî QSD'ê Girê Spî ji destê DAIŞ'ê paqij kir, Kantona Kobanê û Cizîre bi hev hatin girêdan. Piştî herêm ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, gelên li herêmê dîsa bi hevre di nava hev de jiyan. 
 
RÊVEBERIYA HEVPAR 
 
QSD'ê piştî Girê Spî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, li bajar rêveberiyek hevpar hat avakirin. Girê Spî kirin navend. Eyn Îsa û Siluk jî kirin du beş. Herêm ji 3 navçeya nû 600 gundan hat dabeşkirin. Li kantona ku nifûsa wê nêzî 250 hezar e, 2 kampên penaberan heye. Li kampa Rakka û Dêra Zor nêzî 20  hezar koçber dijîn. Girê Spî ji aliyê rêveberiya Xweser a Demokratik ve tê rêvebirin. Di rêveberiyê de 62 kes hene. Di Hevserokatiya rêveberiya xweser de yek kurd û yek ereb heye. Meclîs li gorî nifûsa bajar hatiye avakirin. Hem kurd û hem jî ereb di nava meclîsê de cihê xwe digirin. Tirkmen û ermenî jî li gorî nifûsê di nava rêveberiyê de cihê xwe digirin. 
 
Bajarê Girê Spî piştî ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin her dem bû hedefa Tirkiye û niha jî TSK li ser sînor sewqîyatê ava dike. Niha dixwaze kemera Tirk ava bike. 
 
Heyeta DYA ku niha li Tirkiye hevdîtinan dike hem li dijî Kembera Ereb e û hem jî li dijî Kembera Tirk e. 
 
MA / Nazım Daştan
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/08/2019
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan
20:28 Kampanya ji ‘Demîrtaş Re Azadî’ li ser Twîtterê berfireh dibe
20:14 Guven ji Hussein xwest ji bo Mexmûrê bikeve nava hewldanan
17:13 TJA'yê li Sêrtê civîna perwerdeyê li dar xist
16:59 TJA plana 6 mehan bi jinên Çinarê re parve kir
16:27 Agirê bi Çiyayê Bagokê ketiye belav dibe
16:14 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
15:57 Bianet jî di navde 136 navnîşanên înternetê hatin sansurkirin
15:55 Wesayîta ku xiza zêde kir li jineke cîwan qelibî
15:01 16 penaber li goristana bêkesan hat definkirin
15:00 HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand
14:59 Malbatê cenazeyê Başaran di bin dorpêçê de defin kir
14:47 Ji DÎSKÎ'yê agahdarnameya 'Bi ava torê avdanî nayê kirin'
14:25 Paylan ê HDP’î: Erdogan û Bahaçelî, dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin
13:58 Onlu: Me dît ku em pir navendî bûne
13:57 Operasyona li ser jinan şermezar kirin
13:27 Li Peyîzava operasyona leşkerî
12:27 Amerîka: Em ê operasyona yekalî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê asteng bikin
11:46 Cenazeyên Başaran û Akay dan malbatên wan
11:42 Duh 'Kembera Ereban' îro 'Kembera Tirkan'
11:41 Qûrbanî di dest de man
11:11 Otobusa rêwiyan û maşîneyeke kar li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn
11:05 Li Nisêbînê endamê meclisa şaredariyê yê HDP'î hat binçavkirin
10:46 Faîlê "Teqîna Guvenparkê" bêyî ku îfadeyê wî bê girtin hat berdan!
10:14 Polîsan li Tetwanê 4 kes binçav kirin
09:50 Li Girtîgehên herema Egeyê 193 girtiyên nexweş hene
09:33 Yolerî: Divê ji bo koçberan xeta têkoşînê ya navneteweyî bê avakirin
09:28 Cenazeyê şivanê xeniqî hat dîtin
09:21 Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê: Ciwan dikevin rêya berxwedanê
09:20 Kanar: Neberdana girtiyên kurd û çepgir cotstandî ye
09:15 Temellî: Ne bi korîdora aştiyê werin bi kurdan re li rêya aştiyê bigerin
09:14 Jinên Kadîfekaleyê hin bêtir dezgehan dixwazin
09:11 Hezar û 500 mexdûrên DGM’ê li benda darizandina ji nûve ne
09:09 ‘Dewlet naxwaze muzîka kurdî bigihîje gel’
09:08 ‘Peyamên Ocalan hêza têkoşînkirinê dide jinan’
09:06 Tufan: Mirovekî bêje ez tirk im vê îxanetê çawa li miletê me dike
09:04 Li Rihayê kes qurbanan nakire: Sewalkarî qediyaye
09:02 Cotkar ji ber zirarê navê ‘yên sor’ li firingiyan kir
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2019'AN
08:41 Ciwanên li Heskîfê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2019
21:31 Şivanê ket ava bendavê winda bû
21:17 Polîsan li Heskîfê 19 ciwanên HDP’yî binçav kir
18:15 6 HDP'î li Panosê şandin girtîgehê
18:07 Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê hat berdan
17:03 10 rojin cenazeyê 3 HPG’iyan nadin malbatên wan
16:48 Sûriyeyê agirbesta bi şert a Idlîbê bi dawî kir
16:41 Ev 4 rojin cenazeyê Haşem Tîlaver ê ser sînor hat kuştin nadin malbatê
16:11 Dozger xwest Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak bigirin
15:58 Li Bagokê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
15:54 Li Mîlasê agir bi qadek bexçeyê zeytûnan ket
15:52 Ji bo doza Pirsûsê banga tevlêbûnê
15:18 Bi kincên herêmî tevlî civînê bûn
15:07 Bi deh hezaran kesên ji bo Çiyayên Kazê hatin gelhev astengî nas nakirin
14:41 Şaredariyê û Odeya Esnafan a Kanîreşê deriyê 18 esnafan mohr kir
14:11 Şaredariya Êlihê: Birîna daran şaş e, em ê telafî bikin
13:22 Îdîaya li Girtîgeha Xerpetê girtî derb kirin
13:19 Li Aydinê cotkarekî întîxar kir
13:05 Şaredariya Qoserê bi zêdebûna dengan navê ‘Navenda Jin a Nuda' qebûl kir
12:55 Şewata li Çiyayê Bagokê rû da, belavî çoltera Hezexê dibe
12:03 Li gundê 300 malî qijniyan bi 20 kesî veda
11:28 Li bendê ye Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak sewqî dozgeriyê bikin
11:12 Tirkiye hemû axa Kurdan dixwaze
11:06 Li Midyadê cerdevanê ku tundiyê li hevjîna xwe kir hat binçavkirin
09:48 Parlementera HDP’ê Beştaş: Tecrît bi biryara şer ve girêdayî ye
09:36 Aktar: Daxuyanî û xwepêşandan ne girêdayî destûrê ne divê astengê bên darizandin'
09:08 Dozgeriyê li 9 kesên 58 saniye rê li trafîkê girtin doz vekir
09:06 Pîlotê teqawîd Altan: Ger hûn 30 kîlometre têkevin nava welatekî ev dagirkerî ye
09:04 ÎHD'ê ji DMME'ê xwest ku biryar ji bo hemû girdiyan derbasdar be
09:02 ‘Em mecbûrîn koçberan biparêzin'
09:01 Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn
Di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN
04/08/2019
20:52 1'emîn Konferansa Rêxistinî ya HDP'ê bi dawî bû
20:39 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak binçav kirin
19:10 Li Mîdyadê jina rastî tundiya zilam hat ket komayê
18:38 Cenazeyê zilamekî yê bi dîrek ve darvekirî hat dîtin
18:31 Zarokên di Çemê Mûradê de fetisîn li tenişta hev defin kirin
18:23 Erdogan li Bûrsayê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriye xwar
16:12 Karkerên çandiniyê yên demsalî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne
14:35 Li Hesekê du teqînan rû dan: Kesekê jiyana xwe ji dest da
14:32 KCD, HDK û HDP: Em bang li her kesî dikin ku li şûna şer, afirandina aştî û aqil pêş bixin
13:14 ‘Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikûşe?’
12:45 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza çêbû: 2 jê giran 7 kes birindar bûn
12:45 Rêveberiya YYU'yê li dijî biryara AYM'ê derket
10:55 'Cînayetên li ser sînor encama polîtîkayên şer in'
10:48 Şaredariya Êlihê dar birîn
Gel bertek nîşanî birîna daran da
09:26 Li Hûmûsê muhîmat teqîya 30 kes mirin
09:12 Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin
09:04 Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma
09:03 Şêniyên Esenyûrtê: Dewletê penaber kiriye amûra destê xwe
09:02 Şenoglu: Têkoşîna gelan dikare deriyê Îmraliyê veke
09:00 ‘Otogara Esenlerê êdî ne bi ewle ye'
09:00 ROJEVA 04'Ê TEBAXA 2019'AN
03/08/2019
22:31 Li DYA êrîşa çekdarî: 15 kes mirin
21:46 Li Çiyayê Bagokê piştî şer agir bi daristanê ket
20:44 Dorpêça Mexmûrê didome: 2 pitikan jiyana xwe ji dest dan
20:22 4 zarokên ketin çemê Muradê fetisîn û 2 zarok jî winda ne
18:55 Şengaliyan xweserî xwestin
17:06 KCD, HDK û HDP sibê daxuyaniyeke hevpar didin