COLEMÊRG - K.O. ku beriya çen rojan hatibû binçavkirin û Walîtiya Colemêrgê wî weke faîlê "Teqîna Guvenparkê" nîşan dabû, bêyî ku îfadeyên wî bên girtin, hat berdan.
Welatiyê bi navê K.O. ku di 1'ê mehê de li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû binçavkirin û Walîtiya Colemêrgê wî weke faîlê "Teqîna Guvenparkê" nîşan dabû, hat berdan. Parêzerê K.O. Ramazan Kurt diyar kir ku K.O. dema ku ji bo deweta xizmekî xwe çûye Geverê hatiye binçavkirin û li Enqereyê bêyî ku îfadeyê wî bê girtin hatiye berdan. Parêzer Kurt bi van gotinan qala bûyerê kir: "Muwekîlê min ne endamê tu rêxistinê ye û eleqeya wî bi van bûyeran re tuneye. Muwekîlê min li Geverê li deweta xizmekî xwe hatiye binçavkirin û li ser fermana dozgeriyê anîne Enqereyê. Duh piştî îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Enqereyê sewqî dzogeriyê hat kirin û hat berdan. Dozgeriyê bêyî ku îfadeyê muwekîlê min bigire ew berda. Bi vê yekê re derket holê ku tu eleqeya muwekîlê min ê ku di medya neteweyî de hedef hat nîşandan bi teqînê re tuneye."