AMED – Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê Emîne Kaya piştî kampanya wan dê ji bo xeta têkoşîna yekgirtî xebat bi rê ve dibin û got: “Em dibînin ku li Tirkiyeyê ciwan ji nû ve tên gel hev û ketine rêya berxwedanê.”
Meclîsên Ciwanan a HDP’ê ji bo ji nûve rêxistinbûyîna xwe ava bike xebat dan dest pê kirin. Ciwanan kampanya “Nebe muptela, azad bibe” dan destpêkirin. Dixwazin bi vê kampanyayê li dijî polîtîkayên şer, fihûş, tiryak û asîmîlasyonê derkevin. Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê Emîne Kaya têkildarî rêxistinbûna ciwanan axivî.
‘CIWAN BÛN HEDEFA KOMKUJIYAN’
Kaya bi bîr xist ku di komkujiyên salên dawî de ku li Tirkiyeyê pêk hatin ciwan bûn hedef û di her komkujiyê de êrîşî ciwanan kirin. Kaya got wan dîtiye ku ew ji ber van komkujiyan nikarin werin gel û zirarek mezin daye rêxistinbûyîna ciwanan.
‘BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI NÛVE ME ANÎ BA HEV’
Kaya da zanîn ku meclîsên wan ji nûve xwe birêxistin kirin û got: “Em dîsa ketin tevgerê. Ciwanan bi berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê li hev kom bûn û ji nûve berxwedana danîn holê. Ciwanan ji nûve xwe bi hêz kir û dest bi rêxistinbûnê kirin.” Kaya anî ziman ku pergal bi zanebûn dixwaze ciwanan di nava dejenrasyonê de bihelîne û wan jî li dijî helandina ciwanan kampanya “Nebe muptela, azad bibe” daye destpêkirin û vê kampanyayê dixwazin ciwanan ji rêyên xerab rizgar bikin. Kaya diyar kir ku pergal bi zanebûn dixwaze siberoja ciwanan tarî bike û wan bêsiberoj bihêle.
‘ENIYA TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ’
Kaya destnîşan kir ku meclîsên wan dê piştî pêngava li dijî dejenrasyonê dane destpêkirin dê di çarçoveya “Eniya têkoşîna yekgirtî” xebatan bidin destpêkirin û got: “Em ê ji Heskîfê heta Çiyayê Qaz berxwedanê û têkoşînekê bi hev ve girê bidin. Em dibînin ku li Tirkiyeyê ciwan ji nûve tên gel hev û ketine rêya berxwedanê.”
KAMPANYA ‘XWE REXNEKIRIN E’
Kaya destnîşan kir ku kampanyaya dane destpêkirin di heman demê de “xwe rexnekirina” li hember gel e û got: “Em ê xwe rexnkirina ji bo gel di pratîka xwe de bidin nîşandan.”
MA / Ozgur Paksoy