AMED – Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo Tirkiye ji vê rewşa xitimandî rizgar bibe pêwîste tecrîdkirina Ocalan demildest bi dawî bike û got: “Peyamên Ocalan hêz dide têkoşîna jinan.”
Parlamentar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu tecrîdkirina ji nûve ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand.
‘TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’
Surucu da zanîn ku Ocalan li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê temînata aştiyê ye û got: “Piştî berxwedana bi mehan a greva birçîbûnê û şehadeta 8 hevalên me ji nûve deriyên Îmraliyê li hevdîtiên li gel Birêz Ocalan vekirin. Lê ev du meh in serlêdan tên red kirin. Birêz Ocalan tenê ne şexsiyetek e. Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kesayetek bi bandor e û xwedî giraniyek mezin e. Îro Birêz Ocalan tekane ew kese ku li Rojhilata Navîn jî û li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne. Birêz Ocalan temînata aştiya Tirkiyeyê ye. Dema li gel wî muzekereyan dest pê kir li Tirkiyeyê rewşek aram li pêş ket. Di mijara aboriyê de zindîbûn çêbû. Di mijarên aştî û azadiyê de gavên girîng hatin avêtin. Însan hin azad xwe îfade kirîn dijiyan û kesî jiyana xwe ji dest neda. Em wê demê jî bûn şahidên ku birêz Ocalan muxatabê aştiyê ye.”
‘BI MILYONAN KES JI BER XITIMANDINÊ TÊN CEZAKIRIN’
Surucu da zanîn ku rejîma faşîst nahêle ku şer bi dawî bibe û dixwazin tecrîd û şer bi hev re kûrttir bikin û got: “Naxwazin şer biqede. Ji ber ku wê şer biqede lewma tecrîdkirina Birêz Ocalan kûrttir dikin. Ji bo ku pêşî li vê xitimandina rewşa Tirkiyeyê vebibe, pêwîste demildest tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bikin. Lazime rêya muzakereyan bi Birêz Ocalan re vibebe. Li Tirkiyeyê bi milyonan însan cezayê xitimandinê dikişîne.”
‘PEYAMÊN OCALAN HÊZ DIDE JINAN’
Surucu anî ziman ku dema fikrên Ocalan bi azad bigihîjin xelkê de nêrîna li hember jinan jî biguhere û dê jin ji aliyê zilaman ve wek meta neyên dîtin û wiha got: “Di esasê xwe de paradîgma birêz Ocalan li ser jinan e. Di jiyana civakî de wekheviyê diparêz e. Azadiya jinê di paradîgmayê de ye. Di heman demê de ev tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina jinan û hemû Tirkiyeyê. Peyamên birêz Ocalan hêz dide gelê kurd, jinan û civakê. Dema peyamên Ocalan tê jin bi hêz dibin û ji bi vê hêzê li dijî pergala baviksalar têdikoşe.”
MA/ Arjîn Dîlek Oncel