ÇANAKKALE - Berdevka Komeleya Qadên Şehîdan û Nijadperestiya Tirk Beyza Tufan, bêdengiya MHP'ê û ÎYÎ Partî ya li dijî talankirina daristana Çiyayê Kazê rexne kir û wiha got: "Li vir bi sed hezaran dar hatine birîn. lê wekîlekî MHP û ÎYÎ Partî li vir tune. Nijadperestî bi gotinan nabe. Dema li vir axa welat parsel bi parsel difişorin emperyalîzmê, nijadperestî têkoşîna li dijî wê ye. Mirovekî bêje ez tirk im vê îxanetê çawa li milletê me dike."
Berdevka Komeleya Qadên Şehîdan û Nijadperestiya Tirk Beyza Tufan, duh tev li meşa bi sed hezaran a li dijî talankrina Çiya Kaz bû bertekên xwe anî ziman. Tufan, bêdengiya MHP'ê û ÎYÎ Partî ya li dijî talankirina daristana Çiyayê Kazê rexne kir û got: "Nijadperestî bi gotinan pêk nayê. Nijadperestî, dema parsel bi parsel axa welatê me difiroşin emperyalîzmê, bi têkoşîna li diji wê pêk tê. Tufan, anî ziman ku hatin çiyayê Kazê û wiha got: "Em hatin çiyayê Kazê. Mixabin em pir xemgîn in. Me ev dîmen dît, wîcdanê me perçe bû. Li van daristanan bi hezaran, deh hezaran sed hezaran dar birîne. Zarokên mirovan çawa vê yekê dike. Mirovekî bêze ez tirk im vê îxanetê çawa li dewleta me û milletê me dike? Ev daristan pêşeroja me ye. Kezeba me ye. Ev daristan nefesa me ye. Binerin di sedsala 21'an de şer bi tang, topan nayê kirin. Binerin di sedsala 21'an de şer wisa tê kirin. Dagirkerî wisa tê kirin. Binerin emperyalizm hatiye li welatê me axa me dagir dike. Lê agahiya me ji vê dagirkeriyê tune ye. Ez li vir bang li serokên Partiya MHP'ê û ÎYÎ partiyê dikim. Îro li vê qadê ji herdu partiyan wekîlekî me jî tune bû. Hûn bi hevre pêşpirga nijadperestiyê dikin. Binerin nijadperestî wisa peyvan bavêjin hev û bi hevre mujûl bibin nabe. Nijadperestî bi hatina vir û li vir bi xwedîderketina axa welat pêk tê. Nijadperestî dema ku emperyalizm tê li vir parsel bi parsel axa me desteser dike û perçe dike, hatina vir û li dijî emperyalîzlê li xwedîderketina vê axê pêk tê. Nijadperestî, dema li vir parsel bi parsel axa me difiroşin Emperyalîzmê, bi têkoşîna li dijî wê ye. Ez bang li wekîlê MHP'ê û ÎYÎ partiyê dikim. Ez dixwazin wan jî li vir bibînim. Ji kerema xwe re werin li Çiyayê Kazê xwedî derkevin em bi hevre li van çiyayan xwedî derkevin."
Tufan, bang li her kesî kir û got "Ger xaniyê we xera bibe hûnê çi bikin? Tenê 195 hezar dar nebirîne. Bi hezaran sewal ji cih û warên wan kirine. Koç kirine.