* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Heke bi rastî ku hûn aştiyê dixwazin, ne korîdora aştiyê li rêya aştiya bi kurdan bigerin. Tevî hemû êşan jî kurd ji aştiyê re amade ne.”
* Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo Tirkiye ji vê rewşa xitimandî rizgar bibe pêwîste tecrîdkirina Ocalan demildest bni dawî bike û got: “Peyamên Ocalan hêz dide têkoşîna jinan.”
* Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku dewlet koçberên Sûriye li hemberî hev wekî gefan bikar tînin û wiha got: "Divê parazvanên mafên mirovan û hemû kesên ku van polîtîkayên li dijî koçberan şaş dibînin li dijî dewletên xwe û qada navneteweyî tekoşînê xurt bike û ji bo koçberan xeta têkoşînê ava bike."
* Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê li Girtîgehên Herêma Egeyê 193 girtiyên nexweş hene. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Zafer Încîn, diyar kir ku Wezareta Dadê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine û wiha got: "Em bang dikin û dibêjin divê demek berî demekê girtiyên nexweş bên berdan."
* Cîhan Sariçîçek ê li Qerejdaxê firîngî û îsotan çandiye diyar kir ku mesrefa wan zêde dibe û nikarin kar bikin û got: “Gelek însanan top avêt. Êdî em ji firîngiyan re dibêjin yên sor."
* Li Rihayê Bazara Sewalan viqûvala ye. Ne kes qurbanan difiroşe û ne kes diçe dikire. Serokê Bazarê Ramazan Gul got: “Li Tirkiyeyê sewalkarî qediyaye.”
* Polîsên Şaxa Siyasî yên Antalyayê bang li malbatên ku zarokên wan di nava siyasetê de ne dike û zorê dide wan ku agahî bidin wan û hevkariyê li gel wan bikin.
* Hunermenda kurd Aysel Borak got: “Dewlet naxwaze muzîka kurd bi awayek azad bigihîje gel û naxwaze azad bibe. Divê em serê xwe li hember vê netewînin. Divê em li dijî vê yekê en li salonan bin li kolanan bin.”
* AYM’ê biryara ji nûve darizandinên mexdûrên DGM’ê da. Li girtîgehan nêzî hezar û 500 kes li bendê ye ku ji vî mafî sûd werbigire.
* Jinan xwest li semta Kadîfekale ya Îzmîrê bazarên dezgehên jinan lê tên dayîn zêde bibin.
* Parêzer Erdan Kanar da zanîn ku li gel biryara DMME’yê û AYM’ê nebardana mexdûrên DGM’ê yên kurd û çepgir cotstandiye û got: “Dadgehên Cezayên Giran mîna Dadgeha Engîzîsyonê tevger dikin. Divê ji vê re bêdengî neyê mayîn.”
* Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê Emîne Kaya piştî kampanya wan dê ji bo xeta têkoşîna yekgirtî xebat birêve dibin û got: “Em dibînin ku li Tirkiyeyê ciwan ji nûve tên gel hev û ketine rêya berxwedanê.”
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rezana Amedê wê 3'yemîn Kongreya xwe ya Awarte li salonek dawetê ya li Taxa 5 Nîsanê li dar bixe. (10.00 - 17.00)