ÊLIH – Ciwanên HDP’yî xwestin li Heskîfê li şûnwarên dîrokî bigerin û polîsan bi hênceta “komî digerin” li ciwanan da û ew binçav kirin.
Li navçeya dîrokî Heskîfê ya Êlihê 19 endamên Meclîsên Ciwanan a HDP’ê yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê kom bûn çûn Heskîfê. Ciwanan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Heskîfê daxuyanî da û piştî daxuyaniyê xwestin li şûnwarên dîrok bigerin û beşdarî nobeta li Heskîfê bibin. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û bi hênceta “komî digerin” wan binçav kir. Polîsan li ciwanan da û ew birin Miduriyeta Polîsan a Heskîfê.