AGIRÎ - Ev 4 rojin cenazeyê Haşem Tîlaver ê li ser sînor ji aliyê pastarên Îranê ve hat kuştin, nadin malbatên. Malbata ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire çû Îranê, xwest ku demildest cenaze bidin.
Pastarên Îranê, di 2’yê Tebaxê de li ser sînorê di navbera Bazîda Agiriyê û Îranê de li 5 ciwanên Gundê Belasorê yê Navçeya Bazîrê ya Agiriyê gule reşandin. Di encama gule reşandinê de ciwanê binavê Haşem Tîlaver bi giranî birîndar bû. Tîlaver ê bi saetan bi birîndarî hat rawestandin, bi ambulansa ji bajarê Qelenî ya Îranê hat rakirin nexweşxanê û di rê de jiyana xwe ji dest. Ev 4 rojin cenazeyê Tîlever nadin malbatê.
‘ME TIM MIJÛL DIKIN’
Birayê Haşem Tîlaver Bûrhan Tîlaver, ji bo cenazeyê birayê xwe bigire çû Îranê û ev 4 rojin li Îranê tê rawestandin. Bûrhan Tîlaver, diyar kir ku wan ji ber karên burokratîk mijûl dikin û got: “Ev 4 rojin em li vê derê radiwestin. Tim ji me re dibêjin ‘Biçin vir û biçin wir.’ Ji bo ku em raporê bigirin me serî li bijîşkan da. Rapora ku digotin dê dinava 5 deqeyan de derbikeve, ev 2 rojin nadin me. Em demildest dixwazin cenazeyê xwe bigirin û bînin defin bikin.”
Hat diyar kirin ku 4 ciwanên roja ku Tîlaver hat kuştin ên hatin binçavkirin, li dadgehên Îranê hatine darizandin û wê teslîmî Tirkiyeyê bikin.