MÊRDÎN - Dozgerê komarê yê Mêrdînê piştî îfadeya Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî daxuyanî da û xwest Amak serbest berdin.
Polîsan duh êvarî Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Eylem Amak di ketina Mêrdînê de rawestandin û binçav kirin. Amak di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrdînê ya di 24'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin binçav kirin. Amak dema ji Konferansa Navendî ya HDP'ê ku li Amedê pêk hat vedigeriya li ketina Mêrdînê hat binçavkirin. Amak, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Şevê din îfadeya Amak hat girtin û piştî nîvro sewqî serdozgeriyê ya Mêrdînê kirin. Endam û rêveberên HDP'ê û malbat jî hatin pêş edliyeya Mêrdînê. Dozger piştî îfadeya Amak girt bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Hekîmê Ceza yê Sulhê kir.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî piştî Amak sewqî dozgeriyê kirin daxuşanî dan û xwestin Amak serbest berdin.