STENBOL - Bi deh hezaran kesên ji bo hevdîtina mezin a “Nobeta Av û Wicdanê” ya li dijî madena zêr a tê xwestin li Çiyayên Kaz bê avakirin, bûn. Ligel astengiyên leşkeran jî, girse ket qada şantiye ya dar lê hatin birîn.
Lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz tevî hemû bertekên civakê didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê dest bi înşaeta madenê kir û lêgerîna zêrê bi sîyanûr berdewam dike. Li dijî lêgerîna madena zêr a di 26’ê Tîrmehê de hat destpêkirin, “Nobeta Av û Wicdanê” hat lidarxistin û bi dehezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya nobetê li Kîrazli-Balabanê hat lidaristin û bi deh hezaran kesên beşdarî çalakiyê bûn ber bi qada dar lê hatibûn birîn ve dest bi meşê kirin. Hevdîtin ji aliyê Komîteya Koordînasyona Nobeta Av û Wijdanê hat amedekirin, parlementerên CHP’ê, komeleyên dostên xwezayê, saziyên civaka sîvîl, aktîvîst, hunermend û bi deh hezaran kes beşdarî çalakiya nobetê bûn.
Girseya ku li qadê kom bû, bi bi qada madenê ketin rê. Leşkeran hewl dan ku girseyê asteng bike. Lê ligel hemû astengiyan jî, girseyê xwe gihand qada madenê û komekê li cihê ku dar lê hatibûn birîn şax çandin.