ÊLIH - Hevşaredarên Şaredariya Êlihê diyar kirin ku birîna darên Daristana Bajar a Yaşar Kemal şaş e û ji bo telafîkirinê dê 2 hezar û 500 darî deynin.
Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz têkildarî birîn darên Daristana Bajar a Yaşar Kemal a ji bo çekirina rê, li avahî şaredariyê civîna çapameniyê li dar xistin. Hevşaredar Korkmaz qebûl kir ku dema xebatên projeya Daristana Bajar a Yaşar Kemal ji bo çêkirina rê, ronahî û qadên din, xesar gihîştiye qada daran.
DÊ ŞAŞIYÊ TELAFIÎ BIKIN
Korkmaz destnîşan kir ku birîna daran ne li gorî paradîgmaya feraseta rêveberiya wan a herêmî û partiya wan e û wiha got: "Berpirsyarî ya me ye. Tişta hatiye kirine şaş e. Em ê demek zûtir telafî bikin. Ji bo tiştên hatin jiyîn em xemgîn in. Dema pêş de em ê baldartir tevbigerin û li gor paradigmaya partiya xwe ya ekolojiyê bixebitin. Em ê di rojên pêş de ji bo telafîkirina darên hatine birîn dê 2 hezar û 500 dar li Daristana Bajar a Yaşar Kemal deynin."