MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê piştî ket destê HDP'ê, navê "Navenda Jin a Hanimelî" ku ji aliyê qeyûm ve hatibû guhertin, dîsa guhert û kir "Navenda Jinê ya Nûda" Meclîsa Şaredariyê bi dengê zêde biryar girt ku navê wê bike Nûda. Berê jî şaredariyê xwestibû nav biguhere, lê qeymeqam erê nekiribû.
Meclîsa Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê civîna Tebaxê ya 2019'an pêk anî. Di civînê de Şaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Mêrdînê Figen Altindag, Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek û endamên meclisa şaredariyê amade bûn. Hevşaredar Nîlûfer Etîk Yilmaz serokatiya civînê kir. Meclîsê navê "Navenda Jinê ya Nûda" anî rojevê û xwest navê ku Qeyûm guhertiye rast bike û dîsa bike "Navenda Jinê ya Nûda. Şaredariyê di 12'ê Hezîranê de dîsa biryar girtibû ku navê Navenda Jinê ya Hanimelî biguherîne û bike Nûda. Lê Qeyûm guncav nedîtibû. Li ser vê yekê Meclîsê dîsa navê "Navenda Jinê ya Nûda" anî rojevê û bi dengê zêde dîsa biryar girt. Meclîsê bi dengê zêde biryar girt ku navê "Navenda Jinê ya Nuda" bê erêkirin.
Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirgin gelek navên tax, sazî û navendên jin û ciwanan guhertibû û navên cuda li wan kiribû.