MÊRDÎN - Şewata ku piştî pevçûnê li Çiyayê Bagokê ya Nisêbînê rû da, belavî çolterên navçeyên Midyad û Hezexê dibe.
Li çoltera gundê Dîbek a Çiyayê Bagokê yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, şewata ku di 2’yê Tebaxê de rû da her ku diçe belavî çolterên Hezexê dibe. Yekîneyên agirkûj ên ji bo mudaxaleyî şewatê bikin çûn herêmê, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Hat diyar kirin ku piştî operasyona eskerî agir bi zevî û qadên daristanî ya nêzî gundê Êzidî û Sûryaniyan ketiye jî didome. Agirê ku li çoltara Gundên Gîremîra, Merbab, Gundik Şukrî, Xirabê Mişka, Sîderî, Badibbê pêketiye hêj didome û belav dibe.
Gundiyan, diyar kirin ku şewata belavî çoltera Hezex û Midyadê dibe, wesayîtên agirkûj nikarin mudaxileyê wê bikin û ne minkûne ku bikarin bikevin herêmê. Gundî nêzî 20 kîlometre meşiyan û bi zorê xwe gihandin herêma şewatê. Gundiyan dan zanîn ku bi tu awayî mudaxileya şewatê nayê kirin.