ÇEWLIK - Li gundê Azîzan ê Kanîreşê di nav mehekê de qijniyan bi 20 kesî veda. Gundiyên ku ki ber vê yekê nikarin sewalên xwe biçêrînin û rez û baxçeyên xwe av bidin ji rayedaran xwestin ku bergiriyan bigirin.
Li gundê Azîzan ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê nêzî mehekî ye gelek bûyerên Agirê bi xwîn ê Kirim Kongoyê (KKKA) derketin holê. Li gundê 300 malî di nav mehekî de qişniyan bi 20 kesî vedaye. 20 kesên ku qijniyan bi wan vedane rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û tedawiyên wan ên yekemîn pêk hatine. Ji van 20 kesan 4 jê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hatine kirin. Ji van her çaran jî 2 jê tabûrcî bûne û 2 jê jî tedawiyên wan li Amedê didomin. Ji ber vê yekê gundî sewalên xwe dernaxin çêrê û naçin avdaniya rez û baxçeyên xwe.
LI BENDA BERGIRIYAN E
Gundiyê bi navê Helîm Bek diyar kir ku di êrîşeke mezin qijniyan de ne û wiha got: "Ne qijniyên sewalan e qijniyên bi jehr in. Bi taybetî xwe bi laşê mirov ve dikin û jehrî dikin. Beriya niha em rastî bûyereke bi vî rengî nehatibûn. Em nizanin ku ev qijnî ji kuderê hatine. Ji tirsa qijniyan mehekî ye em avdaniya parêzên xwe nakin û sewalên xwe dernaxên çêrê. Li gel ku keyayê gundê rewşê ji Miduriyeta Sewalkarî, Çandinî û Xurekê ya Bajar rê ragihandiye jî heta niha mudaxaleyî rewşê nehatiye kirin. Divê rojek zûtir bergiriyan bigirin û lêkolînan bikin ku ev qijnî ji kur hatine."