AMED – Ji 8 endamên YJA Starê ku li herêma Besta Şirnexê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest dan tenê cenazeye 2 jinan hat wergertin. Ji cenazeyên din agahî nayê girtin û malbat bi fikar in.
Di operasyona hewayî ya li herêma Besta ya Şirnexê de Fermandara Biryargerha Navendî ya YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) jî di nav de 13 endamên YJA Star û HPG’ê di 11-15’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava cenazeyan de yê Eroglu di rojekê de hatibû teşhîskirin û malbatê cenaze wergirtibû. Di heman operasyonê de Ferfure Uçakan (Ronahî Amed) ku jiyana xwe ji dest dabû malbata wê ji bo wergirtina cenaze çû Şirnexê û serî li dozgeriyê da. Piştî serlêdanê malbat çû morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Birayê Uçakan, Rutbettîn Uçakan diyar kir ku li morgê tenê cenazeye aîdî 2 jinan hebûne û ev cenaze jî ne di rewşa teşhîskirinê de bûne.
‘EZ DIXWAZIM DER BARÊ XWIŞKA XWE DE AGAHÎ BISTÎNIM'
Uçakan, da zanîn ku cenazeyê xwişka xwe teşhîs nekiriye û ji bo vê yekê nimûneya DNA’yê daye û der barê 4 cenazeyên endamên YJA Starê li ku ne agahî negirtine. Uçakan wiha got: “Tenê cenazeyê 2 jinan nîşanî me dan. Di çapmeniyê ez dizanim ku 8 jinan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Delal Amed radestî malbata wê hat kirin. Li morgê tenê cenazeyê 2 jinan hebûn. Der barê 4 cenazeyên din de li ku ne agahî nedan me. Em ê li pey şopa cenazeyê xwişka xwe bin.”
Uçakan, dayîna cenazeye Hulya Eroglu ku di rojekê de radestî malbatê hat kirin bibîr xist û got: “Heke bixwazin hemûyan dikarin di rojekê de radestî malbatan bikin. Lê bi awayek kêfî tevdigerin. Em vê kêfiyetê qebûl nakin.”
Uçakan, da zanîn ku ew ê der barê mijarê de serî li Komaleya Mafê Mirovan bide û xwest ku rayedar jî demildest têkildarî mijarê daxuyanî bidin.