AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, bal kişand ser astengiyên li pêş daxuyanî, xwepêşandan û çalakiyên sivîl û wiha got: "Çalakiyên sivîl, daxuyanî û xwepêşdanên civakî ne girêdayî destûrê ne. Li dijî astengiyan rêya darazê vekirî ye."
Li Tirkiye piştî hikûmetê OHAL li tevahiya Tirkiye îlan kir û şûnde hemû daxuyanî, xwepêşandan û çalakiyên li kolanan hatin qedexekirin. Heta 3 salan jî hemû daxuyanî, çalakiyên li kolanan bi destûra Walîtiyên bajaran ve girêdabûn. Lê piştî OHAL bi dawî bûn û şûnde jî li bajarên Kurdan dîsa hemû daxuyanî û çalakiyên civakî yên li kolanan hatin qedexekirin û bi destûra Walîtiyan ve hatin girêdan. Kesên daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman jî rastî mudaxaleya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Bi îdiaya "propaganda kiriye", "muxalefeta li dijî meş, civîn û xwepêşandanan derketine" û "li dijî qanûna qebehetan derketiye" der barê çalakgeran de lêpirsîn û doz hatin vekirin.
Endamê Şaxa Egîtîm Senê Erdal Karadaş, bi hinceta belavok belav kiribû û daxuyanî dabû, der barê wî de doz hatibû vekirin û cezayê pereyên îdarî li wî birîbûn. Karataş, li dijî vê yekê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn AYM) dabû. AYM'ê jî di meha Tîrmehê de biryar da ku li gorî xala 34'an a Qanûna Bingehîn “mafê meş û xwepêşandanan nayê astengkirin û ev mafê kes hatiye mîsogerkirin" û Karataş mafdar dît. Piştî vê biryara AYM'ê gelo wê dîsa qedexeyên li pêş daxuyanî û civînan hebin ya na tê meraqkirin.
Têkildarî mijarê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emin Aktar li ser qedexeyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Aktar, anî ziman ku piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlankirin û şûnde 7 caran bi perîyoda 3 mehan dirêj kirin û wiha got: "Piştî 2 salan di 17'ê Tîrmeha 2018'an de OHAL rakirin. 2 salan Tirkiye bi KHK'yan hat rêvebirin. Piştî hiqûqek nû ava kirin êdî pêdivî bi OHAL'ê nehiştin. Di vê pêvajoyê de îktîdarê pratIîka îdarî ava kir û li dijî zagonan bi keyfî her tişt pêş xistin. Feraseta pratîka îdarî li dijî zagonan pêş ket. Li gelek cihan walî, qeymeqam, polîs, esker erka xwe û înîsiyatifa xwe pêk anîn û biryar dan. Bi keyfî li gorî xwe qedexe kirin. Hamû maf asteng kirin û bi sînor kirin. Li gorî zagonan maf esas e, Divê bi tu awayî ev maf neyê astengkirin û sînorkirin. Ger ku ev maf talûkeyê ava bike û wekî gef bê dîtin dikarin ji bo demekê taloq bikin. Lê hûn nikarin wî mafî ji holê rakin. Polîs mudaxale dikin, lê der barê tu polîsan de lêpirsîn nayê vekirin. Walî biryarên keyfî distîne. Ev biryar diçe darazê. Lê daraz bê bersîv dihêle. Ji ber ku daraz jî di bin zextan de ye."
Destûr nadin ku ji bo mijarek rojane daxuyanî bidin û şermezar bikin. Ger ku ew mijara rojanebûna xwe winda bike êdî tu wateya wê daxuyanî û çalakiyê jî namîne. Ger ku hiqûq têkeve meriyetê dikare rê li pêş binpêkirina mafan bê girtin. Lê li Tirkiyeyê di demên dawî de daraza ku karibe serbixwe û bê alî biryarê bide xelas bûye. Merca ku em lê gilî bikin û daxwazên xwe bînin ziman bê erk maye. Darazê erk û merca xwe winda kiriye."
'OHAL RABÛ LÊ TIŞT NEHAT GUHERTIN'
Aktar, anî ziman ku OHAL rabûye, lê di jiyana wan a rojane de tiştek nehatiye guhertin û wiha lê zêde kir: "Biryarên OHAL'ê ji aliyê îktîdarê ve bûne mevzuat. "KHK'yên OHAL'ê hêj çalak di meriyetê de ne. Tê gotin ku bûne zagon. Divê êdî tu hikmê van KHK'yan tune be. Ji ber ku ev hikum di serdema OHAL'ê de derbasdar in. Di serdema OHAL'ê de rêya darazê hat girtin. Ger ku ev KHK wê mayinde bibin wê demê divî li hemberî vê yekê daraz karibe venertinê jî bike û erka darazê jî bê guhertin. Ne wisa be piştî OHAL rabû divê KHK jî bi dawî bibin. Ji xwe hikûmetê xwe li gorî mevzuatê nû amade kiriye û bi rêve dibe. Niha tu venêrtinên zagonî tune ye. Mafê venêrtina meclîsê li holê ye. Cihê keyfîyet lê hebe, li wir heq û hiqûq nabe. Tovê nivrînê çandin. Piştî hestê nifrînê pêş ket, dijminantî pêş dikeve. Yên ku hêza xwe ya ceaweriyê bi daxuyanî û civînên li kolanan tîne ziman polîs û esker mudaxale dike û wekî dijmin nîşan dide. Li hemberî dijminekî çawa tev bigerin, li hemberî wê girsa ku daxuyanî dide û li kolanê çalakiyê li dar dixe jî bi heman hestan tev digerin. Di çalakiya girava birçîbûnê de dayikên li parkê rûniştin zerara wan digihişt kê? Dayikan êrîşi kê dikirin? Tenê li parkê daxwazên xwe dianîn ziman. Lê rastî tundiya polîsan a bê sînor hatin. Ev encama nîfrîn û hesta dijminantiyê ye."
Aktar, herî dawî destnîşan kir ku qedexe û astengiyên li pêş daxuyanî, civîn, meş û xwepêşandanan keyfî ye û mafê her kesî heye ku ji bo daxwazên xwe bînin ziman li derve daxuyanî bidin û meş û xwepêşandanên demokratîk li dar bixin. Aktar, destnîşan kir ku encama ku piştî 5 salan hat girtin, wê ji bo doz û bûyerên din jî bibe mînak û emsal û wiha bi dawî kir: "Ev nîşan dide ku rêya darazê vekirî ye. Divê kes dest ji mafê xwe bernede. Têkoşîna hiqûqî û pêvajoya hiqûqî heta dawî bişopîne. Bi têkoşîna hiqûqî ya herdem, wê şertên demokratîk û azad bê avakirin.
MA / Aydın Atay