STENBOL - Pîlotê teqawîd Bahadir Altan, têkildarî daxwaza hikûmeta Tirkiye ya ku dixwaze li nava axa Sûriye 30 kîlometre "Herêma Ewle" ava bike nirxandin kir û got: "Ger ku hûn dixwazin ketin û derketina sînor têxin bin kontrola xwe, divê hûn vê yekê li ser axa xwe pêk bînin. Lê ger ku hûn kontrola ketin û derketinê 30 kîlometre li nava axa welatekî din pêk bînin ev dagirkerî ye."
Di serokatiya Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan de Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di 30'ê tîrmehê de civîna xwe pêk anî. Civîn li Qesra Serokomar pêk hat. Civîn 6 saet û 10 deqeyan berdewam kir. Pişter encamnameya civînê bi raya giştî re parve kirin. Di civînê de li ser mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara “koridorê” operasyona “Pençe-1 û Pençe-2” yên li herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin rawestiyan. Aktîvîstê Aştiyê û Pîlotê Teqawît Bahadır Altan, têkildarî biryara ji civîna MGK'ê derket û helwesta Serkomar Tayyip Erdogan a 'Emê derbasî Rojhilatê Firatê bibin û emê 30 kîlometre Herêma ewle ava bikin' nirxandin kir.
‘NE 6 SAETAN, 6 ROJAN ÇARESER NABE'
Altan, anî ziman ku Tirkiye di 4-5 salên dawî de ji ber polîtîkayên derve, nakokî zêde bûne û wiha got: "Van polîtîkayên bi nakok pirsgirêkên mezin bi xwe re anî. Ev pirsgirêk ne di 6 saetan de, di nava 6 rojan de jî çareser nabe. Ez bawer nakim ku di vê civînê de pirsgirêk niqaş kiribin û li ser çareseriya wan serê xwe êşandibin. Berê kesên bi çavên cuda li meseleyan dinerîn dihatin di civîna MGK'ê de niqaş dikirin û li ser pirsgirêkan radiwestiyan. Lê niha ne wisa ye. Kes naxwaze li dijî Serokomar tiştekî cuda bêjin. Kes li dijî Serokomar tev nagere. Asta jor a artêşê jî gotinên Serokomar erê dikin."
Altan, anî ziman ku hêj di nava artêşê de operasyonên li dijî FETO hene û wiha berdewam kir: "Her roj di nava artêşê de endamên artêşê tên binçavkirin. Îro li ser artêşê şûrê Demokles li ba dibe. Îktîdar hemû kesên li dijî wan difikirin û tev digerin wekî terorist pênase dike. Di nava artêşê de kêje zêde ne. Sibê tu garantiya di nava artêşê de kesek wekî FETO neyê tawanbarkirin tune ye. Di qedemeya jor a dewletê de ji hev ne bawerî heye."
'POLÎTÎKAYÊN TIRKIYE SÎNOR BI TEMAMÎ KIRIYE HERÊMA BÊ EWLE'
Altan, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên li ser sinor û axa Suriye û wiha berdewam kir: “Heta ku li nava Sûriye şer dest pê kir ma pirsgirêka me a sînor hebû? Di şerê li Sûriyeyê de polîtîkayên Tirkiye yên derve bi bandor in. Polîtîkayên Tirkiye yên derve bû sedem ku vê herêmê bê ewle bike. Tirkiye bi rêxistinên cihatkar ên hevkariya hev dike ne pêkan e "Korîdora aştiyê" ava bike. Ger ku Tirkiye xwe di ewlehiyê de nabîne, wê demê divê hewl bide pirsgirêkên nava Sûriye çareser bike. Bi ketina 30 kilometre ya "Herêma Ewle" an jî bi koorîdora 130 kilometrelik hûn nikarin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ger ku wisa bibe em jî wekî welatî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Piştî van polîtîkayan ezê nizanibim kî dijminê min e. Ewlehiya sînor dostaniyê pêş naxe. Li pişt Nisêbînê Qamişlo heye. Li pişt Serêkaniyê Serê Kaniyê û li pişt Pirsûsê Kobanê heye. Ev bajarên li ser sînor wê rewşa wan çawa bibe. Ev mirovên li vir dijîn wê zeviyên xwe xaniyên xwe û bajarên xwe terk bikin û biçin? Koridora bi vî şiklî ne pêkan e. Ger ku hûn dixwazin ewlehiyê pêş bixin û ketin û derketina sînor asten bikin, wê demê hûn dikarin vê yekê li ser sînorê xwe jî pêk bînin. Ger ku hûn li şûna vê yekê 30 kilometre derbasî hundir bibin, navê vê yekê dagirkerî ye. Qada 30 kilometre tê çi wateyê. Ev tê wateya ku mirovên li vê herêmê bijîn dikevin bin kontrola Tirkiyeyê. Ev mirovên li vê herêmê dijîn yekîneyên cîhatkar ên ku Tirkiye wan li wir bi cih bike qebûl nakin. Ger ku hûn wan mirovên li ser wê axê dijîn wekî 'Teror' îlan bikin û li şûna wan li herêma 30 kilometre çîhatkaran bi cih bikin ev şer tu carî bi dawî nabe."
AŞTÎ BI KOORÎDORÊ NE PÊKAN E
Polat, herî dawî anî ziman ku aştî bi koorîdor û herema 30 kilometre ne pêkan e û wiha bi dawî kir: "Ev yek wê bi xwe re şerê nû pêş bixe. Wê êşên nû bi xwe re bîne. Xizmeta ewlehiya Tirkiye jî nake. Dîsa operasyona Pençe ya Herêma Federe ya Kurdistanê ne tenê ye. 40 salin didome. Wezîrê Karên Hundir salek berê got 'Li çiyê 700 terorist man e' Lê li gorî gotina wan heta niha 1000 heb bê kontrol kirine. Ger ku 700 kes mabin çawa 1000 kes bê bandor dibin. Ev wisa naqede. Me dît ku 40 salin ev operasyon nabin çareserî.
MA / Ferhat Çelik