MÊRDÎN – Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, di ketina Mêrdînê de binçav kirin.
Polîsan Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Eylem Amak di ketina Mêrdînê de rawestandin û binçav kirin. Hat zanîn ku Amak di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrdînê ya di 24'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin hatiye binçavkirin. Amak dema ji Konferansa Navendî ya HDP'ê ku li Amedê pêk hat vedigeriya li ketina Mêrdînê hat binçavkirin. Amak, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Di 24'ê Tîrmehê de li Navçeya Nisêbîn û Qoserê polîsan bi ser gelek rêveberên HDP'ê de girtibûn û Hevşaredarên Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endamê Meclîsa HDP'ê Alaattin Semir Zugurli û Sedat Ay, Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şehmus Sun û Endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emin Alkan hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna 6 rojan Endamê Meclîsa HDP'ê Alaattin Semir Zugurlî û Sedat Ay û Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şehmus Sun bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ne" hatibûn girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.