MÊRDÎN – Li Gundê Nebilê yê Navçeya Mîdyadê jina rastî tundiya zilamê pêre zewicî ye hat rakirin komayê. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya jinê giran e.
Li Gundê Nebilê yê Navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê jina bi navê S.A. rastî tundiya zilamê pêre zewicî ye Medeni A. hat. Medenî A, lê li S.A. da, xist halê mirinê. S.A. ku rewşa tenduristiya wê giran bû rakirin nexweşxaneyê û xistin bin venêrtiya giran. Dayika 8 zarokan S.A., ku li salan e rastî tundiya zilamê pêre zewicîye Medenî A. tê. rakirin nexweşxaneyek taybet a li Mêrdinê. Dema S.A. rakirin nexweşxaneyê jî wekî ku ji "Pêpelokê ketiye" nîşan dan. Cerdevan Medeni A.’piştî li hevjîna xwe xist gef li zarokên xwe xwar û xwest dengê xwe nekin. Hat diyar kirin ku rewşa S.A hêj giran e û tedawî dibe.