STENBOL - Malbatên Karkerên Xizmên Xwe Di Cînayetên Kar de Windakirin ên li Edaletê digirin, bal kişandin ser rewşa karkerên çandiniyê yên demsalî û gotin: “Karker bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne.”
Malbatên Karkerên Xizmên Xwe di Cînayetên Kar de Windakirin ên li Edaletê Digerin, xwestin Nobeta Wicdan û Edaletê ya 85’emîn li Qada Galatasariyê li dar bixin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatan li ser vê yekê li ber Komeleya Hêviyek a li Kolana Beyoglû Tel daxuyaniya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dayîn û pankarta “Nobeta Wijdan û Edaletê ya 85’emîn cînayetên kar jibîr nekirine û wê nede ji bîr kirin” hatin vekirin.
Malbatan, di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişandin ser 21 kesê di 31’ê Çileya 2008’an de jiyana xwe ji dest dayîn û nêzî 100 karkerên di fabrîqeya Davût Paşa ya Stenbolê birîndar bûn, şert û mercên xerab ên karkerên demsalî tê de dixebitin.
Daxuyaniya vê heftê ji aliyê Îdrîs Çabûk ê hevjîna xwe di teqîna Davût Paşa de winda kir ve hat dayîn. Çabûk, bal kişand ser cînayetên kar û wiha got: “Li gorî danayan di sala 2018’an de herî kêm 1872 karker bûne qûrbanê cînayetên kar. Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya dayî Meclîsê jî, di meha Tîrmehê de herî kêm 163 karkeran jiyana xwe ji dest dane û di 7 mehên destpêkê yên sala 2019’an de herî kêm 1004 karkeran jiyana xwe ji dest dane.”
KARKERÊN DEMSALIYÊ BI PIRSGIRÊKAN RE RÛ BI RÛ NE
Ji endamên Dildarên Koma Piştgiriya Lêgerîna Edaletê Eylem Can jî, anî ziman ku karkerên çandiniyê yên demsalî rastî pirsgirêkên mezin tên û wiha got: “Karker her sal dinava şert û mercên xerab de kar dikin. Tu ewlekariya canê wan tuneye û ji xebatên tenduristiyê sûdê wernagirin.”
Can, bal kişand ser şert û mercên zarok û jinên karker ên dinava de dixebitin û wiha bilêv kir: “Piraniya jin û zarokan ji derveyî qeydan dixebitin. Nêzî 16 saetan bêyî ku navber bê dayîn dixebitin. Zarokên dixebitin, perwerdê nabînin û dema jin diçin malê jî dixebitin. Ji bo şert û mercên karkeran bên sererast kirin emê têbikoşin.”