NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê 2 êrîşên bombeyî yên bi motosîkletan pêk hatin. Di her du teqînan de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Mîşêrfa ya Hesekê, di navbera 25 deqeyan de 2 teqînan rû dan. Her du teqîn li taxa Mîşêrfa saet 12.45'an bi motosîkletan rû dan. Di teqînan de, kesekê jiyana xwe ji dest da, kesek birîndar bû û xisara madî rû da. Hat diyar kirin ku kesê birindar ê rakirin nexweşxanê, rewşa wî giran e.