KCD, HDK û HDP: Em bang li her kesî dikin ku li şûna şer, afirandina aştî û aqil pêş bixin

img

AMED - KCD, HDK û HDP’ê piştî civîna Konferansa Rêxistinkirinê ya Navenda HDP'ê civîna hevpar li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bang li AKP û CHP'ê kir û xwest li şûna polîtîkayên şer pêş dixin, polîtîkayên aştiyê û aqilê hevpar bi afirînin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan 7 xalên ku Birêz Ocalan aşkere kiribûn pir girîng in. Ji bo vê yekê jî girîng e ku parêzer û bi Ocalan re hevdîtin bikin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gel Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna awarte li dar xist. Di civinê de nûnerên KCD, HDK û HDP’ê amade bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku hevpar bang li AKP û CHP'ê bikin û peyamên siyasî û çareseriyê bidin wan. Dîsa biryar dan ku bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û û sivîl, hemû cemaweriya Tirkiye bikin ku peyamên aştiyê û çareseriyê bidin wan û wan tev li vê pêvajoyê bikin. 
 
Nûnerên KCD, HDK û HDP'ê daxuyanî di navbera roja duyemîn a 1'emîn Konferansa Rêxistinkirinê ya HDP'ê de dan. Hemû hevparên HDP’ê, li pêş Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û nûnerên hemû hevparên wan amade bûn. Rêveber û hevserokên rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê û Hevşaredarên HDP'ê jî tev li civînê bûn. 
 
‘ÇARESERÎ PIR BI LEZ PÊWIST E'   
 
Li ser navê kongre û partiyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî daxuyanî xwend. Temellî, anî ziman ku piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî, bi hevparên xwe re, rêxistin û saziyên demokratîk re, gelek civîn li dar xistin û wiha got: "Di van civînan de me tespît kir ku krîza aborî, siyasî û civakî ya Tirkiye her ku diçe kûr dibe û divê bi lez çareserî ji vê krîzê re bê dîtin. Di serî de Tirkiye û hemû welatên Rojhilata Navîn di rêlek pir krîtîk de derbas dibe. Di 4 salên dawî te rêveberiya otoriter û bê edalet her tişt xistiye bin destê xwe. Li pêş me 2 rê heye. Yek jê rêya kaos û şer e. Rêya dulemîn jî rêya aştiya demokratik û bi rûmet e. Rêya duyemîn jî wê civakek bêtir bi hêz bi xwe re bîne. Li dijî rêya kaos û şer pêdivî bi lihevkirina civakî û siyaseta demokratî û aştiyane heye. Ji bo vê yekê jî divê hemû derdorên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşeyî, sendîka û xwediyên wîcdan divê erk û berpirsiyariya dîrokî bidin ser milê xwe. Ji bo em aştiya civakî pêş bixin, divê em berpirsiyariyên xwe bi axivin. Divê em li gori hişmendiya muzakereyên demokratîk nêzî çareseriyê bibin. Ji bo vê yekê çi berpirsiyarî têkeve ser milê me em amade ne."  
 
AKP ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN E
 
Temellî, bal kişand ser rola AKP'ê jî û wiha lê zêde kir: "Di çavkaniya van pirsgirêkan de AKP heye. Yekem muxatabê çareseriya pirsgirêkan AKP heye. Divê ev pirsgirêk bi rêya demokratîk û aqilê hevpar bê çareserkirin. Îktidara siyasî her dem polîtîkayên ku çareseriyê ava nakin pêş dixe. Em carek din diyar dikin ku emê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û Pirsgirêka Kurt çareser bibe, divê her kes erka xwe pêk bîne. Di serî de CHP û hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî, divê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Divê li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Me ji bo xwe muzakereya demokratîk û rêxistina aştiyê kiriye esas. Em bang li her kesî dikin ku siyaset azad pêş bikeve û li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqî gav bên avêtin. Em bawer dikin ku hemû gel, bawerî û kesên cuda dikarin di nava aştiyê de bi hevre li ser vê axê bijîn."  
 
JI BO ÇARESERIYÊ 7 XALÊN OCALAN PIR GIRÎNG IN
 
Temelî, anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin 7 xalên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribûn girîng in û wiha bi dawî kir: "Divê gefên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilata Sûriye bi dawî bibin. Ji bo aştiya herêmê pêş bikeve ev gelek girîng e. Li ser vê axê tişta bê kirin ne tang, top û şer e. Divê bi aktêrên herêmê re muzakere bên kirin. Ji bo vê yekê jî 7 xalên ku Birêz Ocalan di 2'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir girîng in. Ev 7 xal ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek girîng e. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya herêmê pêş bikeve divê teqez parêzer bi Brêz Ocalan re hevdîtin bike. Bi rewşa dawî pêwistiya hevdîtina bi Ocalan re carek din derdikeve holê. 
 
Operasyonên dervî sînor fêdeyê nadin tu kesî. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin her dem rageşiya di nava Kurdan de zêde dikin û li ser vê yekê xwe mezin dikin. Kurdan bi bedelên mezin destkefî bi dest xistine. Ji bo van destkeftiyan biparêzin girîng e ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin."
 

Sernavên din

07/08/2019
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan
20:28 Kampanya ji ‘Demîrtaş Re Azadî’ li ser Twîtterê berfireh dibe
20:14 Guven ji Hussein xwest ji bo Mexmûrê bikeve nava hewldanan
17:13 TJA'yê li Sêrtê civîna perwerdeyê li dar xist
16:59 TJA plana 6 mehan bi jinên Çinarê re parve kir
16:27 Agirê bi Çiyayê Bagokê ketiye belav dibe
16:14 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
15:57 Bianet jî di navde 136 navnîşanên înternetê hatin sansurkirin
15:55 Wesayîta ku xiza zêde kir li jineke cîwan qelibî
15:01 16 penaber li goristana bêkesan hat definkirin
15:00 HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand
14:59 Malbatê cenazeyê Başaran di bin dorpêçê de defin kir
14:47 Ji DÎSKÎ'yê agahdarnameya 'Bi ava torê avdanî nayê kirin'
14:25 Paylan ê HDP’î: Erdogan û Bahaçelî, dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin
13:58 Onlu: Me dît ku em pir navendî bûne
13:57 Operasyona li ser jinan şermezar kirin
13:27 Li Peyîzava operasyona leşkerî
12:27 Amerîka: Em ê operasyona yekalî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê asteng bikin
11:46 Cenazeyên Başaran û Akay dan malbatên wan
11:42 Duh 'Kembera Ereban' îro 'Kembera Tirkan'
11:41 Qûrbanî di dest de man
11:11 Otobusa rêwiyan û maşîneyeke kar li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn
11:05 Li Nisêbînê endamê meclisa şaredariyê yê HDP'î hat binçavkirin
10:46 Faîlê "Teqîna Guvenparkê" bêyî ku îfadeyê wî bê girtin hat berdan!
10:14 Polîsan li Tetwanê 4 kes binçav kirin
09:50 Li Girtîgehên herema Egeyê 193 girtiyên nexweş hene
09:33 Yolerî: Divê ji bo koçberan xeta têkoşînê ya navneteweyî bê avakirin
09:28 Cenazeyê şivanê xeniqî hat dîtin
09:21 Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê: Ciwan dikevin rêya berxwedanê
09:20 Kanar: Neberdana girtiyên kurd û çepgir cotstandî ye
09:15 Temellî: Ne bi korîdora aştiyê werin bi kurdan re li rêya aştiyê bigerin
09:14 Jinên Kadîfekaleyê hin bêtir dezgehan dixwazin
09:11 Hezar û 500 mexdûrên DGM’ê li benda darizandina ji nûve ne
09:09 ‘Dewlet naxwaze muzîka kurdî bigihîje gel’
09:08 ‘Peyamên Ocalan hêza têkoşînkirinê dide jinan’
09:06 Tufan: Mirovekî bêje ez tirk im vê îxanetê çawa li miletê me dike
09:04 Li Rihayê kes qurbanan nakire: Sewalkarî qediyaye
09:02 Cotkar ji ber zirarê navê ‘yên sor’ li firingiyan kir
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2019'AN
08:41 Ciwanên li Heskîfê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2019
21:31 Şivanê ket ava bendavê winda bû
21:17 Polîsan li Heskîfê 19 ciwanên HDP’yî binçav kir
18:15 6 HDP'î li Panosê şandin girtîgehê
18:07 Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê hat berdan
17:03 10 rojin cenazeyê 3 HPG’iyan nadin malbatên wan
16:48 Sûriyeyê agirbesta bi şert a Idlîbê bi dawî kir
16:41 Ev 4 rojin cenazeyê Haşem Tîlaver ê ser sînor hat kuştin nadin malbatê
16:11 Dozger xwest Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak bigirin
15:58 Li Bagokê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
15:54 Li Mîlasê agir bi qadek bexçeyê zeytûnan ket
15:52 Ji bo doza Pirsûsê banga tevlêbûnê
15:18 Bi kincên herêmî tevlî civînê bûn
15:07 Bi deh hezaran kesên ji bo Çiyayên Kazê hatin gelhev astengî nas nakirin
14:41 Şaredariyê û Odeya Esnafan a Kanîreşê deriyê 18 esnafan mohr kir
14:11 Şaredariya Êlihê: Birîna daran şaş e, em ê telafî bikin
13:22 Îdîaya li Girtîgeha Xerpetê girtî derb kirin
13:19 Li Aydinê cotkarekî întîxar kir
13:05 Şaredariya Qoserê bi zêdebûna dengan navê ‘Navenda Jin a Nuda' qebûl kir
12:55 Şewata li Çiyayê Bagokê rû da, belavî çoltera Hezexê dibe
12:03 Li gundê 300 malî qijniyan bi 20 kesî veda
11:28 Li bendê ye Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak sewqî dozgeriyê bikin
11:12 Tirkiye hemû axa Kurdan dixwaze
11:06 Li Midyadê cerdevanê ku tundiyê li hevjîna xwe kir hat binçavkirin
09:48 Parlementera HDP’ê Beştaş: Tecrît bi biryara şer ve girêdayî ye
09:36 Aktar: Daxuyanî û xwepêşandan ne girêdayî destûrê ne divê astengê bên darizandin'
09:08 Dozgeriyê li 9 kesên 58 saniye rê li trafîkê girtin doz vekir
09:06 Pîlotê teqawîd Altan: Ger hûn 30 kîlometre têkevin nava welatekî ev dagirkerî ye
09:04 ÎHD'ê ji DMME'ê xwest ku biryar ji bo hemû girdiyan derbasdar be
09:02 ‘Em mecbûrîn koçberan biparêzin'
09:01 Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn
Di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN
04/08/2019
20:52 1'emîn Konferansa Rêxistinî ya HDP'ê bi dawî bû
20:39 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak binçav kirin
19:10 Li Mîdyadê jina rastî tundiya zilam hat ket komayê
18:38 Cenazeyê zilamekî yê bi dîrek ve darvekirî hat dîtin
18:31 Zarokên di Çemê Mûradê de fetisîn li tenişta hev defin kirin
18:23 Erdogan li Bûrsayê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriye xwar
16:12 Karkerên çandiniyê yên demsalî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne
14:35 Li Hesekê du teqînan rû dan: Kesekê jiyana xwe ji dest da
14:32 KCD, HDK û HDP: Em bang li her kesî dikin ku li şûna şer, afirandina aştî û aqil pêş bixin
13:14 ‘Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikûşe?’
12:45 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza çêbû: 2 jê giran 7 kes birindar bûn
12:45 Rêveberiya YYU'yê li dijî biryara AYM'ê derket
10:55 'Cînayetên li ser sînor encama polîtîkayên şer in'
10:48 Şaredariya Êlihê dar birîn
Gel bertek nîşanî birîna daran da
09:26 Li Hûmûsê muhîmat teqîya 30 kes mirin
09:12 Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin
09:04 Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma
09:03 Şêniyên Esenyûrtê: Dewletê penaber kiriye amûra destê xwe
09:02 Şenoglu: Têkoşîna gelan dikare deriyê Îmraliyê veke
09:00 ‘Otogara Esenlerê êdî ne bi ewle ye'
09:00 ROJEVA 04'Ê TEBAXA 2019'AN
03/08/2019
22:31 Li DYA êrîşa çekdarî: 15 kes mirin
21:46 Li Çiyayê Bagokê piştî şer agir bi daristanê ket
20:44 Dorpêça Mexmûrê didome: 2 pitikan jiyana xwe ji dest dan
20:22 4 zarokên ketin çemê Muradê fetisîn û 2 zarok jî winda ne
18:55 Şengaliyan xweserî xwestin
17:06 KCD, HDK û HDP sibê daxuyaniyeke hevpar didin