ÊLIH - Şaredariya Êlihê, ji ber xebatên çêkirina rê 80 darên li Daristana Bajêr a Yaşar Kemel birîn. Ev yek di medya civakî de rastî bertekên mezin hatin. Alîkarê Hevşaredariya Êlihê Nevzat Nemcîk, li ser vê yekê diyar kir ku lazimbû ku di vê qadê rê çêbikin û piştî çêkirina rê ew ê 2 hezar dar biçînin.
Şaredariya Êlihê, ji ber xebatên çêkirina rê 80 darên li Daristana Bajêr a Yaşar Kemel birîn. Ev yek di medya civakî de rastî bertekên mezin hatin. Alîkarê Hevşaredariya Êlihê Nevzat Nemcîk, li ser bertekan daxuyanî da û got: “Li qada ku xebat lê tê kirin, malbat nikarin bikevinê, rêya dibistanê di wire derbas dibe û bûye cihê tiryak kêşan. Lezimek ku divê qadê de rê were çêkirin. Ji ber vê em neçar man ku 80 daran bibirîn. Piştî ku rê qediya emê li şûna 80 daran 2 hezar dar biçînin.”