NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê El Paso yê Eyaleta Teksas a DYA'ê kesekî li navenda kirîn û firotinê li der dorê gule berandin û 15 kes kuştin.
Li gorî nûçeya AFP'ê li Bajarê El Paso yê Eyaleta Teksas a DYA'ê kesekî li navenda kirîn û firotinê li der dorê gule berandin û 15 kes kuştin. Li ser hesabe twîtterê yê Navenda Polîsan a El Paso daxuyanî hat dayîn û agahî hat piştrastkirin. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di gulebaranê de gule gelek birîndar jî hene. AFP'ê jî nûçe derbas kir û diyar kir ku di êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.