MÊRDÎN – Li Çiyayê Bagokê yê Navçeya Nisêbînê piştî şer derket agir bi daristanê ket. Şewata daristanê didome. Eskerên derketin operasyonê destûr nadin welatî agir vemirînin.
Li Çiyayê Bagokê yê girêdayî Navçeya Nisêbînê duh şer derket û piştî şerê duh li qada daristanê agir bi daran ket. Agirê ku duh bi daran ket didome. Yekîneyên îtfaiyê yên ji bo mudaxaleyî şewatê bikin çûn herêmê, hatin astengkirin. Hat diyar kirin ku piştî operasyona eskerî agirê bi zevî û qadên daristanî ya nêzî gundê Êzidî û Sûryaniyan ketiye didome. Agirê ku li çoltara Gundên Gîremîra, Merbab, Gundik Şükrî, Xirabê Mişka, Sîderî, Badibbê pêketiye hêj didome û belav dibe. Di 28'ê Tîrmehê de li kontara Çiyayê Bagokê agir bi daristanê ketibû û 2 rojan berdewam kiribû. Agirê bi çoltarên gundên Kefro, Sedarî û Xraba Mişka ketibû ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin. Şewata 2 rojan berdewam kir bi sedan hektar zevî tev kiribû xwelî. Di şewatê de gelek cûreyên sewalan jî şewitî bûn û bûbûn xwelî.