MEXMÛR - Pêşmergeyên PDK’ê 17 rojin dorpêça Wargeha Rustem Cudî ya Mexmûrê didomîne. Ji ber peşmergeyên PDK'ê destûr nadin welatî biçin Hewler 2 pitikên biçûk jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî pitika dayika Newroz Ehmed jiyana xwe ji dest da.
Piştî di 17'ê Tîrmehê de bûyera li restoranta Hoqqbaz a li Hewlêrê pêk hat, PDK’ê ji wê rojê heta niha 17 rojin rê li Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê girtiye. Pêşmergeyên PDK'ê 17 roj in, bi tu awayî destûr nadin ku nexweş, xwendar û karker jî di nav de welatiyên Mexmûrê derbasî bajarên Hewlêrê bibin. Dayika ducanî Newroz Ehmed, ji ber ku asayîşa PDK’ê rê neda biçe nexweşxaneyê zaroka wê di zikê wê de jiyana xwe ji dest da. Newroz a rakirin nexweşxanê Mexmûr. Piştî ku doxtor qontrol kir, derket holê ku zaroka dayikê di zikê wê de miriye. Ji bo dayik bê emelyatkirin bi lezgîn şandin nexweşxaneyê. Ger ku dîsa destûr nedin biçe Hewlerê wê jiyana wê di talûkeyê de be.
Çend roj berê ji ber PDK’ê rê nedabû Fatma Kara jî biçe nexweşxaneyê pitika wê jî jiyana xwe ji dest dabû. Tenduristiya Fatma Kara giran e.