ŞENGAL - Şêniyên Şengalê li navenda Şengalê bi meşekê şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anîn. Şêniyên Şengalê di meşê de xweseriya Şengalê xwestin.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê êrîşekî Şengalê kiribûn. DAIŞ'ê bi hezaran jin û zarok jî di nav de revandibû û bi sedan kes jî qetilkiribûn. Şeniyên şengalê bi boneya 5’emîn salvegera qetlîamê û bîranîna kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dabûn meşiyan. Bi dehan ciwan tevlî meşê bûn. Meş ji Taxa Rojhilat destpê kir û heta Dewra Yermokê dom kir. Di meşê de wêneyên fermanê rakirin. Bi dirûşmeyan daxwaza xweseriya Şengalê kirin. Li Dewireya Yermokê pêşangeha ku wêneyên fermanê li xwe digre nîşandan, piştre jî dest bi bîranîn kirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li vir Hizam Abdullah axivî û got: “Ev roj ji bo civaka Êzidî rojeke reş e. Ji ber ku DAIŞ’ê bi her awayî êrîş kirin û xwestin civaka Êzidî tine bikin. Me jî dosyaya fermanê û komkujiyên li Şengalê hatin kirin ji bo hemû cîhanê şand.”
Oldarê Êzdiî Faxir Xelef jî axivî û diyar kir ku vê rojê bi dileke xemgîn bibîr tînin. Xelef sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.