NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê encamnameya civîna MYK’a ya duh li Amedê lidar xist aşkere kir. MYK’a HDP’ê bi armanca balê bikişînê ser “Tifaqa Qanûna Bingehîn a Demokratîk”, ji bo hilbijêr û hemû girtiyên siyasî biraya “Kampanyeya azadiyê” girt.
Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî duh li Amedê civîna xwe lidar xist. HDP’ê encamnameya civînê ji raya giştî re aşkere kir. Di civînê de, ji bo Alîkariya Hevserokê Giştî yê Berpirsiyartiya Rêveberiya Herêmî Salîm Kaplan hat hilbijartin û biryara Kampanyeya azadiyê ji bo hemû girtiyên siyasî hat girtin.
Biryarin di civîna MYK’ê de hatin girtin wihan e:
“*Di çarçoveya Tifaqa Qanûna Bingehîn a Demokratîk û reforma darazê de, wê Hevserokên Giştî bi şandeyên bi wan re dê hemû STK’an, Odeyan, Komelyan, rêxistinên jinan, hêzên kedê, bi giitî 80 sazî û dezgehên heyî û partiyên siyasî ziyaret bikin.
*Di çarçoveya Tifaqa Qanûna Bingehîn a Demokratîk û reforma darazê de, ligel hevdîtinên di asta navendî bên kirin de, rêveberên bajaran, endamên me yên PM/MYK û parlementerên me wê di 21 û 30 Tebaxa 2019’an de heman sazî, dezgeh û partiyên siyasî ziyaret bikin.
* Hevserokên Giştî wê beşdarî kongreyên Stenbol, Enqere, Wan, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Agirî, Şirnex, Bedlîs û Mûşê bibin.
*Komsîyona Gel û Baweriyan wê ji bo Komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat çalakiyên cur be cur li dar bixe.
*Meclîsa Ciwanan dê çalakiya nobetê ya Heskîfê dewam bike û ji herêmê tevlîbûn xurt bê kirin.
*Li dijî stratejiyên şer ên hûndirîn û derve, divê xebata siyaseta aştiyê bê esas girtin.
*Ji bo Cejna Qûrbanê şandeyên serdan û pêşwazîkirinê bên diyar kirin.
*Bi boneya Komkujiya Dîlokê ya di 20’ê Tebaxa 2016’an de pêk hat, çalakiyên bîranînê û daxuyanî bên lidarxistin.
* Komîsyona Mafên Hiqûqî û Mirovî wê ji bo Roja Windayên Navneteweyî ya 30’ê Tebaxê daxuyanî bide.
* Di çarçoveya 1’ê Gulanê Roja Aştiya Cîhanê de çalakiyên cur be cur bên lidarxistin.
* Kampanyeya ji bo hilbijêr û hemû girtiyên siyasî azadî bê lidarxistin.
*Komîsyona Penaber û Koçberan wê di 7’ê Îlona 2019’an de li Mêrsînê komxebatekê li dar bixe.
*Şandeyek wê biçe serdana Rêveberiya Kurdistana Herêmî.
*Ji bo Komîsyona Penaber û Koçberan emê 2 parlementeran peywirdar bikin û ji bo Maseya Rojhilata Navîn jî endamekê PM’ê emê erkdar bikin.
* ji bo Alîkariya Hevserokê Giştî yê Berpirsiyartiya Rêveberiya Herêmî Salîm Kaplan hat hilbijartin.
*Di 20’ê Tebaxa 2019’an de civîna rojeva wê Rêveberiyên Herêmî bê lidarxistin.
*Civîna MYK’ê di 19’ê Tebaxa 2019’an de bêlidarxistin.”