AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kir. Xizmên windayan diyar kirin ku aştiyek civakî di rêya rû bi rûkirinê re derbas dibe. Malbatan bang li dewletê kir ku dest ji polîtîkayên şer berdin.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê û li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Xizmên windayan li Şaxa ÎHD'ê di hefteya 547’an doe kom bûn û disa bi pankarta "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" û wêneyên windayan çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de Endamê komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, anî ziman ku hêj çalakiya wan a li Parka Koşuyolu tê astengkirin û wiha got: “li vê erdnîgariyê hêj zilm, pêkanînên keyfî berdewam dikin. Biryara Walî ya qedexeyê tê wateya ku dixwaze dengê dayikan qut bike ye." Orhan, anî ziman ku yên xizmên wan xinda kirine wê hesab bidin û wiha bi dawî kir: "Ev gel wê heta dawî daxwazên xwe bînin ziman û şopdarên windayan bin."
Orhan, piştre çîroka Îskan Can e di sala 1999'an de li Amedê hat windakirin pirsî. Orhan, anî ziman ku dema Can ji bo xebatê çû Stenbolê çend çaran ji aliyê polîsan ve hat şopandin û herî dawî di 17'ê Tebaxa 1999’an de li malbatê geriya ye û diyar kiriye ku hatiye Amedê, lê ji wê demê û şûnde tu agahî jê nehatine girtin.
KOMKUJIYA ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN
Xizmên windayan û şaxa îHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Li Êlihê jî xizmên windayan di hefteya 453'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên windayan amade bûn. Li ser navê malbatan û parazvanên mafên mirovan Rêvebera ÎHD'ê ya Êlihê Gulbahar Kaya, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: "Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbas bûn. Em carek din êrîşa li dijî êzidiyan şermezar dikin."
Kaya, piştre çiroka Haci Ahmet Er ê di 15'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsî.