Di bîranîna Komkujiya Şengalê de berteka 'spî'

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Êzidiyên di Komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Li hemû cihan saet 11.00’an deqeyek rêzgirtin hat girtin, qenalên TV’iyên Kurdî ekranên xwe reş kirin, jinan kincên spî li xwe kirin û bertek nîşanî komkujiyê dan. 
 
Bi boneya 5’emîn Salvegera Komkojiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat li gelek bajar û navçeyan çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di çalakiyên komkujî hat şermezarkirin de, Êzidiyên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. Li her derê saet 11.00’an deqeyek rêzgirtin hat girtin, qenalên TV’iyên Kurdî ekranên xwe reş kirin. Jinan li Amed û Dersimê kincên spî li xwe kirin bertek nîşanî Komkujiya Şengalê dan û xwestin 3’yê Tebaxê weke “Roja Têkoşîna Li Dijî Qirkirina Jinan” bê qebûlkirin. 
 
QENALÊN TV’IYÊN KURDÎ EKRANÊN XWE REŞ KIRIN 
 
Qenalên televîzyonên Kurdî Medya Haber, Sterk TV, Çira, Ronahî û Aryen bi boneya 5’emîn salvegera Komkujiya  Şengalê saet 11.00’an de nêzî deqeyekê ekranên xwe reş kirin. 
 
AMED 
 
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin, bi minasebeta salvegera 5’emîn a komkujiya Şengalê ku bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin, daxuyanî da çapemeniyê. Platformê li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyani da. Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê jî di nav de hemû jinên beşdarî Konferansa HDP’ê bûn tev li daxuyaniyê bûn. Jinan cilên spî li xwe kirin, qurdeleyên reş bi ber dilê xwe ve danîn û bi deqîqeyek rêzgirtinê jinên êzidî bi bîr anîn. Parlamentera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi kurdî daxuyanî xwend û endama Platformê parêzer Cemîle Turhali Balsak jî bi tirkî xwend. 
 
Daxuyaniya Taşdemîr bi sernavê “Têkoşîna Gerdûnî bi Edaleta Gerdûnî pêkan e. Li Cihê ku edalet nebe aştî ne pêkan e" xwend wiha ye:
 
“Komkujiyeke ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat, ezidiyên ev komkujî wekî fermana 73'emîn a li hemberî xwe pêşwazî kirin û di sedsala 21'emîn de bi hovîtiya herî mezin re rûbirû man. Di encma vê hovîtiya ku hat kirin de ji civaka êzidî gelek kes hatin kuştin, di gorên komî de hatin veşartin û bi hezaran jin û zarok ji aliyê çeteya cîhadîst DAÎŞ'ê ve hatin revandin, li bazara koleyan hatin firotin, bi darê zorê ola wan hat guhertin, bi îşkence û êrîşa zayendî ya sîstematîk re rûbirû hatin hiştin. 
 
NEDIYARIYA AQÛBETA 3 HEZAR JINÊN ÊZIDÎ ASTA HOVÎTIYÊ NÎŞAN DIDE
 
Heta niha nediyarbûna 3 hezar jinên ku hîna eqûbeta wan ne diyar e vê hovîtiyê û vê trajediya ku hatiye jiyîn hovîtiya wê bi awayekî zelal li ber çavan radixe.
 
 Êzidî dibêjin ku wan tenê ev Ferman ne jiyane; di heman demê de mecbûr mane cih û warê xwe biterikînin têkoşîna jiyanê dane û li cihê ku hatine şandin jî bi muameleya xirab û polîtîkayên cuaxwaz re rûbirû mane. 
 
Êzidiyên ku ji bo xwe welatên piştî bahran wekî çareserî dîtin, vê rêwîtiya wan ew kirin hedefa kesipkarên mirovan û di  vê rêwîtiya mirinê de bi hezaran ji wan terkî mirinê hatin kirin, li cihê ku xwe gîhandinê jî ji bo wan mafekî mirovan yê herî biçxwûk jî zêde hatiye dîtin û bandora komkujiyê berdewam kiriye. 
 
Piştî komkujiyê ango qirkirinê platforma me li gelek welatên ku êzidî wekî penaber lê hatine bicihkirin bi jin û zarokan re hevdîtin kir û aşkere kiriye ku cihê lê hatine bichkirin ji bo wan ne cihekî ewle ye. 
 
KONSEYA EWLEHIYA NY'ê HETA NIHA TU GAV NEAVÊTIYE
 
Tişta herî girîng jî ew e ku êzidî ji ser erdnîgariya  ku bi bawerî û çanda xwe lêdijiyan hatine dûrxistin û li cihê ku lê hatine bicihkirin ji ber entegrasyonê vê carê jî bi qirkirineke çandê re rûbirû hatine hiştin. 
 
Jinên hêzidî ku hêza xwe ji hebûna xwe û ji baweriya xwe ya bi deh hezaran salan digirin, komkujiya ku bi ser wade hat wekî çarenûs pêşwazî nekirine û di bedêla ku li benda mirinê bimînin; berxwedan, azadî û parastina erdnîgariya xwe hilbijartine, meclisên xwe ava kirin û bi parastina xwe ya rewşa hewl dane birînên xwe bipêçin. Disa van jinan li ewropayê jî bi komele û meclisên ku avakirine hebûna xwe bi rêxistinbûneke mezin parastine. 
 
Di nav 5 salan de li gorî gotinên jin û zarokên ku hatin rizgarkirin û her wiha di pêşveçûnên ku hatin jiyin de; Hat dîtin li Rojhilata Navîn bi destê DAÎŞ'ê ve hêj sûc pêk tên û asta sûcê jî ji bo mirovatiyê xetereyeke mezin e. Dîroka mirovahiyê li hemberî sûcên mirovatî û qirkirinê di sedsala 20'an de jî li dijî bêczabûnê mekanîzmayên parastina mafên mirovan a gerdûnî ava kiriye. Mekanîzmaya herî girîng jî Dadgehên Ceza yên Navneteweyî û Neteweyî ya li dijî bêcabûnê kar dikin, li hemberî rûbirû bûna mirovatiyê ya li hemberî sûcên ku pêk hatî dê xwe bighînin edaleta gerdûniyê. 
 
Li ser komkujiyê 5 sal derbas bû, komîsyona lêkolînê ya girêdayê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li hemberî komkujiya Êzidiyan raporek amade kir lê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî heta niha tu gav neavêtiye. Bi tevahiya cîhanê bû şahidê trajediya ku pêk hatî. Gelek dane, belge û şahîdên bûyeran hebû, ev tişt asta wahşetê nîşan dida. 
 
Yekîtiya Neteweyî li cîhanê wekî civateke mezin tê nasîn û Konseya Ewlehiyê jî girêdayî wê dixebite. Ligel komîsyonên ku girêdayê wan rapor amadekiribin jî dîsa heta îro daxuyaniyek nehatiye dayîn. Welatên ku di bin banê Neteweyên Yekbuyî de ne, bi peymana Statuya Romayê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî avakirin. Dadgeha ku hatî avakirin mekanîzmayên xwe nexistin meriyetê û ev tişt tê wateya lihevkirina polîtîkayên weşartî ya di navbera dewletan. 
 
Li Qamîsloyê encamnameyek hat aşkerakirin, di encamnameyê de pêşniyarên çareseriyê hatin rêzkirin. Di nav pêşniyaran de hat gotin ku divê Neteweyên Yekbûyî qetlîama ku pêk hatî binase û ji bo edalet pêk bê dadgeha ceza ya navneteweyî ava bike. Divê mafê civaka Êzîdiyan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê mîsogerkirin.
 
BÊ CEZAKIRINA BERSÛCAN TÊ WATEYA LI HEV KIRINA DEWLETAN E 
 
Her wiha divê civaka Êzidî mafê tayinkirina qedera xwe bigire û bighije statuyek. Divê civaka Êzidî li hemberî komkujiyan bê parastin. 
 
Îro bêceza hiştina sûcdaran, tê wateya lihevkirina dewletan û ev bi xwe re wêrektiyê dinê û bi taybetî li hemberî gelan komkujiyan pêk tînin. Li Rojhilata Navîn rêxistinên wekî Ahraruş Şam, El-Nusra û HTŞ yên terorê xeterene. Bi destê wan çeteyan komkujî pêk tînîn û bi polîtîkayên xwe demografiyê diguherînin. Ji bo parastina herêmê û cîhanê divê li hemberî wan koman têkoşînek bê dayîn. 
 
Îro dîrokê nîşanî me daye ku mîna 3'yê Tebaxa 2014'an bi qirkirinê jin hedef hatine girtin. Tenê ne li Şengalê, di heman demê de di komkujiyên li Zîlan, Dêrsim, Enfal, Pirsûsê de jî jin hedef hatin girtin. Loma em banga xwe ya ku me xwestibû 3'ê Tebaxê bibe "Roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê" nû dikin. Vê banga me li herêmên cîhanê yên cuda erênî hat dîtin. Ev yek girîng e. Her wiha 3'ê Tebaxê ji aliyê Federasyona Jinên Êzidî ‘Li Femînîsê roja çalakiya dijber’ hat îlankirin. Ev jî gavek girîng e. Ji Ewropayê heta Qenadayê, ji Avusturalyayê heta Efrîkayê, ji Tirkiyeyê heta Iraqê jin li vê bangê xwedî derketin. Li dijî hovîtiyê jin bûn yek. Gelek tevgerên jinê xwedîtî li vê bangê kirin. Îro jî ev sekna bi biryar didome. 
 
Em wekî jin dibêjin ku heta jinek jî di destên van çeteyan de bimîne em ne azad in! Em wekî jin dibêjin ku komkujî û qirkirina jinê sûcê mirovatiyê ye. Heta sûcdar cezayê xwe nekşînin em ê dev ji gera ji bo edaletê bernedin! Heta ku roja 3'ê Tebaxê wekî "Roja çalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê û komkujiyê" nê qebûlkirin em ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Bila neyê jibîrkirin heta ku hesab neyê pirsîn ew ê qirkirinên nû pêk bên. 
 
Em ê wekî jin heta ku roja 3'yê Tebaxê wekî ‘Roja çalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê û komkujiyê’ bê qebûlkirin bi dirûşma ‘Em ê komkujiya jinê bidin sekinandin’, ‘Em ê jiyanê azad bikin’ biqêrin. Em bang dikin ku hemû kes di 3'ê Tebaxa 2019'an de bi saeta herêmî saet di 11'an de bi hev re daxuyanîyê bidin, deqeyekê bêdeng bimînin, cilên sipî yên sembola Êzidiyan li xwe bikin, qurdela reş girê bidin û li dijî komkujiyê têbikoşin.”
 
Piştî daxuyaniyê tilîlî hatin berz kirin û jinan li çepikan xistin. 
 
DERSIM 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê jî bi heman armancê daxuyanî dan çepmeniyê. Di daxuyaniya li avahiya HDP’ê ya Dersimê hat lidarxistin de, soza têkoşînê hat dayîn. Jinên ku kincên spî li xwe kirin û qurdeyên reş girê dan, diyar kirin ku heya 3’yê Tebaxê weke roja çalakiya li dijî qirkirina jinê û jenosêdê neyê qebûl kirin ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.  
 
ŞIRNEX  
 
Tevagera Jinên Azad (TJA), li navçeya Hezex a Şirnexê bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Jinan kincên sipî yên taybet ên herêma Botanê ku weke sembol aştiyê tê zanîn li xwe kirin û beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Medya Hezer, daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên li dijî gelê Êzidî. Hezer, diyar kir ku êrîşa li dijî Êzidiyan di heman demê de qirkirina jinê ye û wiha got: “Hebûn, bawerî û azadiya gelan vîna xweser, rêveberiya xweser û parastina xwesere  
 
Piştî daxuyaniyê, ji bo Êzdiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêzgirin hat girtin û dûre daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê jî, bi heman boneye Êzidiyên hatin qetilkirin bibîr anîn. Daxuyaniya bîranînê, li avahiya HDP’ê ya Edenê hat lidarxistin û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Meclîsa Jinan a Edenê Berîvan Gokalp di daxuyaniya bîranînê de axivî û got: “Bi ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn. Lêgel vê jî raya giştî ya cîhanê hîna jî bêdenge. Emê têkoşîna xwe  ya di vî warî de berdewam bikin. Emê komkujiya li ser jinan rawestînin û jiyanê azad bikin.”
 
ÎZMÎR
 
Jinan li Îzmîrê jî, Êzidiyên di komkujiya Şangalê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Daxuyaniya bîranînê li ber Îskeleya Vapûrê ya navçeya Konakê hat lidarxistin û jinan dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Berxwedana jinên Êzidî berxwedana me ye” û “Bijî piştevaniya jinê” bilind kirin. Endama Platforma li ser navê Jinan Jin Bihevre Bihêzin Çîçek Aktaş daxuyanî da. Aktaş, diyar kir ku cihê ku lê edalet tune be, aştî jî pêk nayê û wiha got: “Gelê Êzidî rastî hovîtieyeke mezin hatin. Di hedefa hemû komkujiyan de jin hene. Me ev yek di komkujiyên Şengal, Zîlan, Dersim, Enfal û Pirsûsê de bi awayekê aşkere dît. Ji ber vê yekê em 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Qirkirina Jinê’ qebûl dikin. Em jin dibêjin ku, heya yek jin jî di destên van çetan de bimînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heya ku hesap ji berpirsiyeran neyê pirsîn emê lêgerîna xwe  ya edaletê dewam bikin.”
 
RIHA  
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad li Avahiya HDP’ê ya Rihayê jî, bi boneya rojê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civînê hat diyar kirin ku nêzî 3 hezar jinên Êzidî hatin winda kirin û ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêzgirtin hat girtin. Di dema daxuyaniyê de bênavber dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hat berzkirin. Surucu di civînê de axivî û wiha bal kişand ser komkujiyê: “Ligel ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna êşa komkujiya hat jiyîn tezeye. Divê DAIŞ û hevkarên wê yên komkujî pêk anîn teqez bên darizandin.” 
 
ÛCA: DIVÊ KOMKUJÎ BÊ NASKIRIN
 
Parlementera Êzidî ya HDP’ê Feleknas Ûca, darbarê komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Ûca, di daxuyaniya da de wiha got: “Em ketin 5’emîn salvegera komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Fermana 73’yemîn hîna bi dawî nebûye. Bi hezaran Êzidî jiyana xwe ji dest dan û koç kirin. Hîna di destên DAIŞ’ê 3 hezar Êzidiyên dîlgirtî hene. Dewleta Tirkiyeyê mîna hemû welatên cîhanê li hemberî komkujiya Êzidiyan bêdeng ma ye. Di serî de Tirkiye, divê hemû cîhan komkujiya Şengalê nas bike. Ji bîrkirina jin û zarokên Şengalê, înkara dîrokê ye.” 

Sernavên din

03/08/2019
16:24 Girtiyê nexweş Çetînkaya defin kirin
16:11 HDP’ê biryara ‘kampanyeya azadiyê’ girt
16:10 'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan'
15:23 KCD’ê Komxebata Tenduristiyê li dar xist
14:27 Xizmên windayan: Rêya aştiyê di rû bi rûkirina paşerojê re derbas dibe
14:18 Polisan li Dersimê kesek binçav kirin
13:52 Dayikên Şemiyê: Dê edalet rojekê ji we re jî pêwîst be
13:36 Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin
12:51 Caroline Fourest: Ev fîm wê Erdogan bide şermê...
12:04 Di bîranîna Komkujiya Şengalê de berteka 'spî'
11:15 Biryara nepeniyê danîn ser dosya Vedat Ekîncî
11:10 Ji bo îfade bide çû edliyê, hat binçavkirin
10:52 Girtî li dijî sewqê 26 rojin di grevê de ye
10:28 Hejmara meha Tebaxê ya Newaya Jin derket
10:27 Mîskîn Pîso Azzam a Êzidî ya li Mîdyadê dijî: Wê rojê ferman bû
10:05 Ji bo girtina cenazeyê kurê xwe 2 sal û 3 meh in bajar bi bajar digere
10:04 HDP'ê komkujiya li dijî Êzidiyan şermezar kir
09:16 'Ji ber krîza aborî kes qurbaniyan nastîne'
09:16 'Hûn ê çawa wî hawizî biparêzin'
09:13 Dizan malên Suryanî û Êzidîyên Midyadê kirine armanc
09:11 Bermahiyên fabrîqeyan Çemê Ergene jahrînî dike
09:07 Gelê Esentepe: Em bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne
09:05 Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat
Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire
09:03 Poşmantiyê ferzî girtiyên nexweş dikin
09:02 Tarim Orkam Sen: Rençber êdî nikare hilberîne
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN
02/08/2019
20:42 Hevserokê HDP'ê yê berê cezayê wî erê kirin û girtin
16:58 Girtiyê nexweş Tahir Çetînkaya jiyana xwe ji dest da
16:42 Li Çinarê kesek hat girtin
16:13 Eskerên Îranê ciwanekî Bazîdê kuşt û 4 kes binçav kirin
15:43 Tanrikulu ji Wezîr Soylu îzahata gulebara li ser gundiyan pirsî
15:38 ÎHD: Bila 3’yê Tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin
15:38 Baroya Amedê wê piştgiriya hiqûqê bide malbata Ekîncî
14:29 HDK: Em li dijî komkujiya Êzidîyan di çalakiya bêdengiyê de ne
14:19 Li Patnosê 6 kes hatin binçavkirin
13:33 Pêşangeha wêne û nîgaran a jinên êzîdî
13:23 Ciwanê şemitî û ket ava bendavê fetisî
12:45 Walîtiya Colemêrgê: Guleya pekiya Ekincî kuşt
12:29 ÎSÎG: Di Tîrmehê de herî kêm 163 karker hatin qetilkirin
12:07 Şaredariya Rêya Armûşê Dibistana Ziman a Kurdî wêran bûye careke din vedike
12:03 Encûmenê HDP’yî Eres hat berdan
11:56 Li Cîzrê bijîjkek û 3 hemşîre hatin binçavkirin
11:38 Baroya Wanê bersîv da gotina Walîtiya Wanê ya 'sadist' û 'yekperest'
11:08 MYK’a HDP’ê li Amedê civîya
10:40 5 sal di ser Fermana 73’yemîn re derbas bû: Lê birîna wan hêj taze ye
10:36 Îdîayên întîharên Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê anî rojeva meclîsê
10:22 HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne
10:07 Cenazeyê welatiyê di Çemê Firatê de winda bû hat dîtin
09:56 F. D. ê 3 sal berê tecawizî xwarziya xwe kir, nû doz lê vebû
09:55 Qeyûmê Cizîrê 2 mîlyon TL nelirêtî kiriye!
09:16 Li Cizîr û Sîlopî civînên gel ên şaredariyan dewam dikin
09:07 'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'
09:06 ‘Tundiya li dijî jinê rewa dikin'
09:05 Projeya Erdogan vekirina wê pêk anî di salekê de rûxiya
09:04 Gurkan: Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîna demokrasiyê mezintir bibe
09:03 Markeya hilberîna ked û komînal a jinan: Tûşbal
09:02 60 sal in hostetiya kûzan dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2019'AN
01/08/2019
22:14 Eskeran li gundiyan gule reşandin: Zarokek mir
21:43 Ozevîn û Ozdemîr li ser gorên wan bibîr anîn
21:29 Jinan li Amedê bi ‘Karwana Mor” li nava bajêr geriyan
20:00 Welatiyên Mêrsînê serî hildan
16:37 Temellî: Li ser axa Mezopotamya çandinî qedandin, em ê bi hev re çareseriyê li pêş bixin
16:35 Li Kartalê jinek kuştî hat dîtin
16:35 Beştaş: Komkujiya Şengalê nas bikin
15:53 Xizmên şaredarê YSK'ê îstifa kirin
15:28 KCD: Em komkujiya şengalê ya li ser jinên êzîdî şermezar dikin
15:07 Li derve polîsan û li hundir jî Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kir
14:39 ‘Bi bendava Ilısu xwezaya te wêran dibe'
13:47 Cenazeyê Çakmak li Dersimê hat definkirin
13:28 Walîtiyê daxuyand ku 12 hezar koçber ji Stenbolê şandine
12:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Nasnameya 471 welatiyan kontrol kirin
11:08 Parêzerên Yoldaş ê li mala xwe rastî îşkencê hat serlêdana sûc kirin
10:51 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
09:59 Walîtiya Wanê qedexeya 983 rojan parast û Baroyê bi ‘yekperestî’ û ‘sadîstiyê’ sûcdar kir
09:08 Zarokê ji qirika xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:07 Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya
09:07 Wê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê civînên xwe êdî li taxan çêbike
09:04 Parêzerên Ocalan: Awayê berê didome
09:03 Dîwana Muhasebatê di rapora xwe de cih da nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
09:01 ‘Polîs bi beramberiya pereyan, bi gefxwarin û derbkirin sîxurtî lê ferz kirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN
31/07/2019
16:45 Rêxistina HDP'ê li Rihayê starta kongreyê da
16:41 Li Çinarê operasyona eskerî
16:05 ‘Li dijî sînor û cudakariyê em cîhana azad û wekhev dixwazin'
15:20 Karwana KESK'ê ya Wanê gihişt Dîlokê
15:06 Rûniştina doza mamosteyê ku ji îstîsmarkirina 6 xwendekaran tê darizandin hat dîtin
14:37 Parêzerê Erkan Irmak: Dozger der barê windayan de lêpirsîn nake
14:33 Li Îzmîrê karkeran û şaredariyê peymana kar îmze kirin
14:08 ‘Pêwîst e rayedar ji bo karkerên demsalî bikevin bin berpirsiyariyê’
13:04 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin banga çalakiyên 3'yê Tebaxê kir
13:01 Îran jî tevlî operasyona Tirkiyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bû!
12:47 YNK di diyarkirina helwestê de zehmetiyan dikişîne, biryargehên xwe veguhezand cihên bi ewle
12:09 Angaşta ‘PDK û MÎT’ê 4 navendên xebata hevpar ava kirine’
10:39 ‘Armanca projeyan ew e ku Dersimê bêmirov bihêlin’
10:37 Li Dersimê qeza: Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
10:27 Hevseroka Girê Spî Hêvî Îsmaîl: Em li vir in û dest ji axa xwe bernadin
10:26 Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin
09:13 Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû