AMED - Li Amedê, Celal Bîrtane yê ji bo serbestiya kontrolkirî çû qereqola polîsan û ji wî jî ji bo îfade bide şandin edliyê, li edliyê hat binçavkirin û birin navçeya Pîranê.
Celal Bîrtane (38) yê li Amedê di doza lê dihat darizandin de 2 salan girtî ma û berî 4 mehan hat berdan, duh di çarçoveya serbestiya kontrolê de ji bo îmeze bide, çû Qereqola Polîsan a navçeya Yenîşehîrê. Li qereqolê polîsan ji Bîrtanê re gotin îfadeyekê ku tu bidî heye û şandin Edeliya Amedê. Bîrtane yê çû edliyê û bi xwest îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Pîranê, wî derbasî odeya SEGBÎS’ê kirin. Bîrtane yê heya demekê li odeya rawestiya, di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Pîranê de hat binçavkirin.
Polîsên ku Bîrtane li edliyê binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Pîranê. Bîrtane yê derbarê binçavkirina wî de tu agahî nehatin bi dest xistin, li Miduriyeta polîsan a Pîranê tê girtin.