NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Tebaxê ya Newaya Jin bi manşêta 'Kilîta xwegihandina civaka demokratîk: Têkoşîna azadiya jinê'' derket.
Rojnameya Newaya Jin bi hejmara 173'yan a meha Tebaxê bi manşeta "Kilîta xwegihandina civaka demokratîk: Têkoşîna azadiya jinê'' derket. Di hejmara Tebaxê de, mijarên wekî "Têkoşîna li dijî koletiya dîrokî ya jinê, dîroka berxwedanê ya jina Kurd, li Îranê rewşa jinê û salvegera Fermana Şengalê" hatin dest girtin.
Di hejmara Tebaxê ya Newaya Jinê de hevpeyvîna bi Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal re heye. Bi taybetî bi mijarên ''Têkoşîna li dijî koletiya dîrokî ya jinê'' û ''Hewcehiya bi rêxistiniya resen a ji bo geşkirina xweparastinê ya di her qadê de ya jinê'' hatiye lêkolînkirin û tê ber xwendevanan.
Di rojnameyê de mirov dikare dîroka berxwedanê ya jinên Kurd, li Îranê rewşa jinê, bi perspektîfeke nû jineolojî, îstîsmara zayendî ya hemberî zarokan, rojeva yekîtiya netewî û Herêma Fedaral a Kurdistanê û gelek mijarên din bibîne.