HDP'ê komkujiya li dijî Êzidiyan şermezar kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Azad Bariş, têkildarî komkujiya Êzidiyan daxuyanî da û got: "Em Jenosîda Êzidiyan û silsileya fermanan şermezar dikin. 

Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş li ser navê HDP'ê têkildarî komkujiya Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî weşand. Bariş komkujî şermezar kir û wiha got: "Di 3’ê tebaxa 2014’an de rûpeleke reş û tarî li dîroka vê axa qedîm hat zêdekirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewletên deverê û hêzên emperyalîst ve tên piştgirîkirin, êrîşî Şengalê kirin û jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî qetil kirin. Bi hezaran kes dîl girt, bi sed hezaran kes koçber kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin." 
 
'QEYÛMAN KAMP GIRTIN Û ÊZIDÎ CARDIN KOÇBER BÛN'
 
Bariş, di daxuyaniyê de anî ziman ku ev êrîşa hovane ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, bi xisareke mirovî ya mezin, texrîbateke wijdanî û koçberî û penaberî encam da û rûxandineke mezin bi xwe re anî û wiha lê zêde kir: "Bi vê êrîşê re rûpeleke reş li dîrokê hat zêdekirin û ev êrîş wek Fermana 73’yemîn di hişûbîra gelê me yê Êzidî de bi cih girt. Gelê Êzidî yê ku li Mezopotamyaya qedîm bi hezaran salan e dijî, di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî komkujiyan û koçberî û penaberiyê hat. Lê li dijî van silsileya fermanan û komkujiyan, gelê Êzidî tim li baweriya xwe, li ziman û çanda xwe û li hebûna xwe xwedî derket û dê ji îro şûnde jî derkeve. Êrîşa di 3’ê tebaxa 2014’an de pêk hat, ji aliyê Parlemana Ewropayê ve wek “Jenosîda Êzidiyan” hat naskirin. Sazî û dezgehên navneteweyî di raportên xwe de ev êrîş wek “sûcên li dijî mirovahiyê” pênase kirin, lê desthilatiya siyasî ya li Tirkiyeyê ev komkujî bi awayekî fermî şermezar nekir û helwestek li dijî wê nîşan neda. Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekgirtî, daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir da ku vê qetlîamê wek “jenosîd” binase. Piştî wê jenosîdê, Êzidiyên ku bi neçarî li Tirkiyeyê bi cih bûbûn, rastî zext û cudakariyê hatin. Kampên ku bi piştgiriya şaredariyan hatibûn vekirin, ji aliyê qeyiman ve hatin girtin û Êzidî cardin hatin koçberkirin.
 
'DIXWAZIN ŞENGALÊ BIKIN CIHEKÎ BÊ ÊZIDÎ Û BÊ KURD'
 
Bariş, bal kişand ser polîtikayên heyî yên li dijî Êzidiyan û wiha berdewam kir: "Di ser êrîşên 3’ê tebaxa 2014’an re 5 sal derbas bûn, lê birînên Êzidiyên Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Îro jî gefên koçberiyê û dagirkirinê li Êzidiyan û li Şengalê tên xwarin û dixwazin ku Şengalê bikin cihekî bê Êzidî û bê Kurd. Mixabin îro jî Êzidî bi xetereya komkujiyan re rûbirû ne. Hin dewletên herêmê dixwazin ku fermana 73’emîn a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû destpêkirin, bigihînin armancê û wê temam bikin. Divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê xetereyê bêdeng nemînin û bi berpirsyarî tevbigerin. Em nahêlin Şengal ji Kurdên Êzidî bê paqijkirin. Divê şert û mercên mirovî yên Şengalê bên başkirin û Êzidiyên ku ji wir koçber bûne vegerin ser axa xwe ya qedîm û fikarên ewlehiyê yên wan ji holê bên rakirin." 
 
Bariş herî dawî anî ziman ku di 5’emin salvegera Komkujiya Şengalê de, ku wek fermana 73’yemîn di hişûbîra Êzidiyan de cih girtiye û hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û wiha got: "Em banga têkoşîna li dijî komkujiyê li tevahiya mirovahiyê dikin. Em bangî hemû mirovahiyê dikin, da ku li dijî jenosîd, komkujî û qetlîaman bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
 
 
 

Sernavên din

03/08/2019
16:24 Girtiyê nexweş Çetînkaya defin kirin
16:11 HDP’ê biryara ‘kampanyeya azadiyê’ girt
16:10 'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan'
15:23 KCD’ê Komxebata Tenduristiyê li dar xist
14:27 Xizmên windayan: Rêya aştiyê di rû bi rûkirina paşerojê re derbas dibe
14:18 Polisan li Dersimê kesek binçav kirin
13:52 Dayikên Şemiyê: Dê edalet rojekê ji we re jî pêwîst be
13:36 Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin
12:51 Caroline Fourest: Ev fîm wê Erdogan bide şermê...
12:04 Di bîranîna Komkujiya Şengalê de berteka 'spî'
11:15 Biryara nepeniyê danîn ser dosya Vedat Ekîncî
11:10 Ji bo îfade bide çû edliyê, hat binçavkirin
10:52 Girtî li dijî sewqê 26 rojin di grevê de ye
10:28 Hejmara meha Tebaxê ya Newaya Jin derket
10:27 Mîskîn Pîso Azzam a Êzidî ya li Mîdyadê dijî: Wê rojê ferman bû
10:05 Ji bo girtina cenazeyê kurê xwe 2 sal û 3 meh in bajar bi bajar digere
10:04 HDP'ê komkujiya li dijî Êzidiyan şermezar kir
09:16 'Ji ber krîza aborî kes qurbaniyan nastîne'
09:16 'Hûn ê çawa wî hawizî biparêzin'
09:13 Dizan malên Suryanî û Êzidîyên Midyadê kirine armanc
09:11 Bermahiyên fabrîqeyan Çemê Ergene jahrînî dike
09:07 Gelê Esentepe: Em bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne
09:05 Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat
Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire
09:03 Poşmantiyê ferzî girtiyên nexweş dikin
09:02 Tarim Orkam Sen: Rençber êdî nikare hilberîne
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN
02/08/2019
20:42 Hevserokê HDP'ê yê berê cezayê wî erê kirin û girtin
16:58 Girtiyê nexweş Tahir Çetînkaya jiyana xwe ji dest da
16:42 Li Çinarê kesek hat girtin
16:13 Eskerên Îranê ciwanekî Bazîdê kuşt û 4 kes binçav kirin
15:43 Tanrikulu ji Wezîr Soylu îzahata gulebara li ser gundiyan pirsî
15:38 ÎHD: Bila 3’yê Tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin
15:38 Baroya Amedê wê piştgiriya hiqûqê bide malbata Ekîncî
14:29 HDK: Em li dijî komkujiya Êzidîyan di çalakiya bêdengiyê de ne
14:19 Li Patnosê 6 kes hatin binçavkirin
13:33 Pêşangeha wêne û nîgaran a jinên êzîdî
13:23 Ciwanê şemitî û ket ava bendavê fetisî
12:45 Walîtiya Colemêrgê: Guleya pekiya Ekincî kuşt
12:29 ÎSÎG: Di Tîrmehê de herî kêm 163 karker hatin qetilkirin
12:07 Şaredariya Rêya Armûşê Dibistana Ziman a Kurdî wêran bûye careke din vedike
12:03 Encûmenê HDP’yî Eres hat berdan
11:56 Li Cîzrê bijîjkek û 3 hemşîre hatin binçavkirin
11:38 Baroya Wanê bersîv da gotina Walîtiya Wanê ya 'sadist' û 'yekperest'
11:08 MYK’a HDP’ê li Amedê civîya
10:40 5 sal di ser Fermana 73’yemîn re derbas bû: Lê birîna wan hêj taze ye
10:36 Îdîayên întîharên Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê anî rojeva meclîsê
10:22 HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne
10:07 Cenazeyê welatiyê di Çemê Firatê de winda bû hat dîtin
09:56 F. D. ê 3 sal berê tecawizî xwarziya xwe kir, nû doz lê vebû
09:55 Qeyûmê Cizîrê 2 mîlyon TL nelirêtî kiriye!
09:16 Li Cizîr û Sîlopî civînên gel ên şaredariyan dewam dikin
09:07 'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'
09:06 ‘Tundiya li dijî jinê rewa dikin'
09:05 Projeya Erdogan vekirina wê pêk anî di salekê de rûxiya
09:04 Gurkan: Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîna demokrasiyê mezintir bibe
09:03 Markeya hilberîna ked û komînal a jinan: Tûşbal
09:02 60 sal in hostetiya kûzan dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2019'AN
01/08/2019
22:14 Eskeran li gundiyan gule reşandin: Zarokek mir
21:43 Ozevîn û Ozdemîr li ser gorên wan bibîr anîn
21:29 Jinan li Amedê bi ‘Karwana Mor” li nava bajêr geriyan
20:00 Welatiyên Mêrsînê serî hildan
16:37 Temellî: Li ser axa Mezopotamya çandinî qedandin, em ê bi hev re çareseriyê li pêş bixin
16:35 Li Kartalê jinek kuştî hat dîtin
16:35 Beştaş: Komkujiya Şengalê nas bikin
15:53 Xizmên şaredarê YSK'ê îstifa kirin
15:28 KCD: Em komkujiya şengalê ya li ser jinên êzîdî şermezar dikin
15:07 Li derve polîsan û li hundir jî Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kir
14:39 ‘Bi bendava Ilısu xwezaya te wêran dibe'
13:47 Cenazeyê Çakmak li Dersimê hat definkirin
13:28 Walîtiyê daxuyand ku 12 hezar koçber ji Stenbolê şandine
12:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Nasnameya 471 welatiyan kontrol kirin
11:08 Parêzerên Yoldaş ê li mala xwe rastî îşkencê hat serlêdana sûc kirin
10:51 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
09:59 Walîtiya Wanê qedexeya 983 rojan parast û Baroyê bi ‘yekperestî’ û ‘sadîstiyê’ sûcdar kir
09:08 Zarokê ji qirika xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:07 Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya
09:07 Wê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê civînên xwe êdî li taxan çêbike
09:04 Parêzerên Ocalan: Awayê berê didome
09:03 Dîwana Muhasebatê di rapora xwe de cih da nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
09:01 ‘Polîs bi beramberiya pereyan, bi gefxwarin û derbkirin sîxurtî lê ferz kirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN
31/07/2019
16:45 Rêxistina HDP'ê li Rihayê starta kongreyê da
16:41 Li Çinarê operasyona eskerî
16:05 ‘Li dijî sînor û cudakariyê em cîhana azad û wekhev dixwazin'
15:20 Karwana KESK'ê ya Wanê gihişt Dîlokê
15:06 Rûniştina doza mamosteyê ku ji îstîsmarkirina 6 xwendekaran tê darizandin hat dîtin
14:37 Parêzerê Erkan Irmak: Dozger der barê windayan de lêpirsîn nake
14:33 Li Îzmîrê karkeran û şaredariyê peymana kar îmze kirin
14:08 ‘Pêwîst e rayedar ji bo karkerên demsalî bikevin bin berpirsiyariyê’
13:04 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin banga çalakiyên 3'yê Tebaxê kir
13:01 Îran jî tevlî operasyona Tirkiyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bû!
12:47 YNK di diyarkirina helwestê de zehmetiyan dikişîne, biryargehên xwe veguhezand cihên bi ewle
12:09 Angaşta ‘PDK û MÎT’ê 4 navendên xebata hevpar ava kirine’
10:39 ‘Armanca projeyan ew e ku Dersimê bêmirov bihêlin’
10:37 Li Dersimê qeza: Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
10:27 Hevseroka Girê Spî Hêvî Îsmaîl: Em li vir in û dest ji axa xwe bernadin
10:26 Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin
09:13 Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû