COLEMÊRG – Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Rahmi Kurt, piştî cezayê wî erê kirin girtin û şandin girtîgehê.
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Rahmi Kurt piştî cezayê li wî hatibû birîn erê kirin girtin û şandin girtîgehê. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê birî bû. Piştî dadgeha herêmî cezayê Kurt erê kir, Rahmi Kurt, îro şandin girtîgehê. Polîsan bi ser mala Kurd girtin û ew sewqî dadgehê kirin. Piştî cezayê wî li pêş wî xwendin ew şandin girtîgehê.