QERS - Li Qersê, berê li “Pazara Qazan” rê û rêwanî tune bû. Lê îsal ji ber nexweşînên sewalên ji derve anîn bazarê, nexweşî belav bû û bazar li ber girtinê ye. Firoşkarên qazan anî ziman ku ew bi serdemeke xerab re rû bi rû ne.
Li Qersê “Bazara Qazan” ku rê û rêwanî tê de tune bû, îsal ji ber nexweşînên di sewalan de derketin holê, bazar li ber girtinê ye. Bi hatina zivistanê re, diviya li bazarê liv û tevgereke zêde hebûya, lê niha ji bilî 2-3 firoşkaran kes tune ye. Firoşkarên qazan diyar dikin ku sedema vê yekê, nexweşînên ku di demên dawî de li heywanan peyda bûne. Firoşkaran got ku her sal van çaxan rê û rêwanî tune bû, lê belê rewşa wan a niha ne tu rewş e.
Xweyîkerê qazan Çetîn Guzel anî ziman ku li Tirkiyeyê qazên herî navdar li Qersê ne, lê belê niha bi nexweşînan re rû bir û ne. Guzel diyar kir ku taybetmendiya herî sereke ya qazên Qersê çêjdarbûyîna wan e û ev tişt gotin: “Ev çêjdarbûyîn jî ji hêşînahiya ku qaz dixwin û sermaya Qersê tê. Ji kezeb û goştê qazê bigire hema bêje her tiştê wê tê xwarin. Ji perîkên wê balgî, ji goştê wê mantî jî tên çêkirin. Bi nêvengî giraniya qazekê di navbera 2 kîlo û 2 kîlo û nîvan de ye.”
Guzel got ku bi salan e ew debara xwe bi firotina qazan dike û wiha got: “Îsal rewşa kar qet nebaş e. Ji ber nexweşîna heywanên ji der ve anîn Qersê rewşa me ne tu rewş e û em nikarin qazan bifiroşin. Em qazên xwe tînin bazarê, lê ji ber nexweşînan kes wan nakire. Ji ber em nikarin bifiroşin, em birçî dimînin. Buhayên qazan di navbera 40-80 lîreyî de diguhere. Qazên Qersê bi nav û deng in.”
Guzel, dest nîşan kir ku rûnê di qazeke Qersê de bi qasî ya mirîşkekê ye û ev tişt gotin: “Mirov ji qazên Qersê rûn jî bi dest dixin û ev rûn wek rûnê zivistanê tê bikaranîn û firotin. Li herêmê di demên sar de goştê qazan tê xwêkirin, zuhakirin û hilanîn. Paşê jî tê xwarin. Ji ber qazên Qersê bi awayekî xwezayî tên xweyîkirin û ji ber sermaya berfê dixwin zaf çêjdar in. Ev qaz li Qers, Erdexan, Mûş, Agirî û cihên sar ên din tên xweyîkirin. Ji ber li nêvengên xwezayî tên xweyîkirin çêjdar in.”
MA / Mahmut Ruvanas