ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekincî yê duh eskeran li ser sînorê Rûbarokê yê Colemêrgê gule lê reşandin û kuşt pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Tanrikulu, ji wezîr xwest îzahata gulebarana li ser gundiyan bike.
Eskerên TSK'ê di 1'ê Tebaxê de li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, li ser gundiyên ku li ser sînor qaçaxvanî dikirin gule reşandin. Gundiyên qaçakvaniya sînor dikirin dema ji Herêma Federe ya Kurdistanê vedigeriyan, eskerên TSK'ê gule li ser welatiyan reşandin. Eskeran di gulebaranê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê kuştin. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, têkildarî kuştina Ekincî, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Tanrikulu, ji wezîr xwest îzahata gulebarana li ser gundiyan bike. Tanrikulu, ev pirs pirsîn: "Îdîaya gundiyan a TSK'ê bi helîkopteran li ser gundiyan gule reşandiye rast e? Îzahata gulebarandina li ser gundiyan çiye? Kesên gule reşandine kî ne? Di bûyerê de çend welatiyan jiyana xwe ji dest dane û çend welatî birîndar bûne?"