STENBOL – Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDK'ê, bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî da û xwest her kes saet di 11.00’ên 3'ê Tebaxê de li dijî komkujiya Êzidiyan 1 deqîqeyê çalakiya bêdengiyê li dar bixin.
Komîsyona Baweriyan û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzidiyan komkujî pêk anîbû, daxuyaniya nivîskî weşand, Komîsyona BAweriyan a HDK'ê, xwest her kes saet di 11.00’ên 3'ê Tebaxê de li dijî komkujiya Êzidiyan 1 deqîqeyê çalakiya bêdengiyê li dar bixin. Komîsyonê anî ziman ku ewê Êzidîyan bi êşên wan re bi tenê nehêlin û wiha got: "Me komkujiya Şengalê ji bîr nekir. Li şûna baxçeyê gelan bûya kirin dojeh. Bi salan in rastî koçkirine hatin. Di salên 1970’an de bi sed hezaran êzîdî hebûn, niha tenê çend sed êzîdî mane. Niha gorên Êzidîyan jî talan dikin. "
'BÛN SEMBOLA BERXWEDANÊ'
Komîsyonê di daxuyaniyê de anî ziman ku Êzidiyên rastî êrîşên DAIŞ'ê hatin, jinên wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û li bazarê koleyan hatin firotin û wiha bi dawî kir: “Piştî êrîşê 400 hezar ezîdî neçar man ku axa xwe terk bikin. Bi hezaran jinên Êzidî hêj di destê DAIŞ'ê deye. Jinên Êzidî yên beriya rojê hişyar dibin û rojê diwelidînin gelekan ji wan bi canê xwe axa xwe parastin. Jin bûn sembola berxwedanê. Em ji bo êşa wan parve bikin û komkujiyê şermezar bikin em bang li her kesî dikin ku saet di 11.00'ê 3'ê Tebaxa 2019'an de 1 deqîqeyê çalakiya bêdengiyê li dar bixin."