WAN - Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokat ku di sala 2015'an de ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve hatibû vekirin û di dema qeyûm de hemû dûwarên wê hatibûn hilweşandin, ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê careke din tê vekirin.
Navenda Perwerdeyê ya Fatma Tokat ku sala 2015'an de ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ku wê demê di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de wergeriyabû dbistana zimanê kurdî, di sala 2017'an de ji aliyê qeyûmê navçeyê ve hatibû girtin. Ji ber ku di dema qeyûm de bêlênihêrîn hat hiştin dibistan wêran bû û hemû dûwarên wê hilweşiyan. Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan têkildarî dibistanê daxuyaniyek da û ragihand ku dê dibistanê temîr bikin û careke din vebikin.
'XESAREK MEZIN HEYE'
Hevşaredar Yacan diyar kir ku qeyûm xesareke mezin daye dibistana ku di 2015'an hatiye vekirin û zarokên li perwerde ditiye û wiha got: "Xesareke mezin dane dibistanê, hemû camên paceyên dibistanê hatine şikandin û xetên ceryanê hatine jêkirin. Qeyûm aniye rewşeke wisa ku dibistan niha nikare bê bikaranîn. Ji bo ku careke din dibistan vebibe û perwerde bide di demeke nêz de em xebatan bidin destpêkirin."