WAN – Walîtiya Wanê ji 15 rojan carekê çalakî û şahiyên li derve tevan qedexe dike. Baroya Wanê xwest biryar bê rawestandin. Walîtiya Wanê, Baroya Wanê bi gotinên "sadist" û "yekperest" tawanbar kir. Têkildarî helwesta Walîtiya Wanê, Rêveberê Baroya Wanê Prz. Dogan Îlhan, diyar kir ku Walîtiya wanê armanca xwe derbas kiriye.
Walîtiya Wanê piştî îlankirina OHAL'ê, ji 21'ê Mijdara 2016'an heta niha bi rêk û pêk hemû çalakî û şahiyan qedexe dike. Herî dawî 15 rojên din çalakî û bernameyên li derve qedexe kir. Qedexe 985 rojin berdewam dikin. Têkildarî maf û azadiya bingehîn û astengiyên li pêş civîn û karên rêxistinî, Baroya Wanê 6 caran Serî li Dadgeha Îdarî da Yek jî tekakesî bi giştî 7 caran xwestin biryar bê rawestandin û doz vekirin. Li dijî daxwaza betalkirina biryarê Walîtiya Wanê parastin şand dadgehê. Walîtiyê Baroya Wanê bi gotina "yekperest" û "sadist" tawanbar kir. Berdevkê Mafên Mirovan ê Baroya Wanê Prz. Dogan Îlhan, xwest dest ji van tawanbarî û bê hiqûqiyê berde û li gorî hiqûqê qedexeyan rake. Îlhan, anî ziman ku wekî OHAL berdewam dike Walî qedexeyan îlan dike û wiha got: "Walîtîya Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heta niha bi rêk û pêk li Wanê qedeyan îlan dike. Walîtî hemû daxuyanî, civîn û meşan qedexe dike. Baroya Wanê 5 mehin serî li Dadgeha Îdarî dide û dixwaze ev qedexe bi dawî bibin. Baroya me ji bo ev biryarên rêveberiyê bên rawestandin li Dadgeha Îdarî doz vekirine. Lê serlêdan û daxwaza me ya rawesdana biryarê bê wate tê hiştin. Walîtiya Wanê jî di parastina xwe de me bi gotina "Sadîst" û "Yekperest" tawanbar dike. Em vê rewşê bi nîyeta baş nanirxînin. Tu bingeha zagonî ya van qedexeyan tune ye.
Walîtiya Wanê ji bo hin kesan destûr dide û ji bo hin kesan destûr nade. Mînak Walîtiyê destûr da bernameya Odeya Bazirganiyê ya Wanê. Li gel ku biryara qedexeyê hebû jî Odeya bazirganiyê rastî astengiyan nehat. Dîsa Nobeta Edaletê li hemû bajarên Tirkiye tê li darxistin. Nobeta Edaletê di 19'ê Tîrmeha 2019'an de li Wanê pêk hat. Lê her çend têkaldarî nobetê me serî li Walîtiyê da jî tevî ku pêwistî bi destûrê tune jî ev çalakiya me guncav nedît. Li aliyekî Tirkiye heman çalakî bê pirsgirêk tê li dar xistin û astengî dernakevin. Lê heman çalakî û berhane li dijî hiqûq û zagonan li Wanê tê astengkirin. Helwesta Walî du alî ye. Ji bo hin kesan qedexe dike û ji bo hin kesan qedexe nake. Em bang li Walî dikin ku dawî li van pêkanînên neheq û li dijî hiqûqê bînin. Walî bi gotina "Sadist" û "Yekperest" a der barê serlêdana baroyê de armanca xwe derbas kiriye."