ÊLIH – Li Şengalê bi hezaran mirov qetil kirin. Jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi sed hezaran welatî koçber bûn. Komkujiya Şengalê ya bi serê civaka Êzidî de hat 5 sal li pey xwe hişt. Êzidî vê qirkirinê wek “Fermana 73’yemîn” pênase dikin. Êzidî diyar dikin ku tiştên bi serê wan de hatin wek duh di bîra wan de ye.
DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bajarê Iraqê Musilê berê xwe da warê civaka Êzidî Şengalê. DAIŞ’ê şev nîvê şevê êrîşî Şengaliyan kir. Kesî ewlehiya Şengalê negirt, ên girtibûn jî reviyabûn. Meydan ji DAIŞ’ê re mabû û çavsorî û hovane êrîşî ser welatiyên êzidî kirin. Sibê salvegera komkujiyê ye û ev ferman 5 sal li pey xwe dihêle. Civaka Êzidî vê fermanê wek Fermana 73’yemîn bi nav dikin. Li gelek deveran qurbaniyên Şengalê bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.
Bi hezaran welatiyên êzidî li Şengalê hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Bi sed hezaran welatî xwe spartin Çiyayê Şengalê. 12 gerîlayên PKK’ê bi hawara êzidîyan ve çûn û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Derb li DAIŞ’ê dan û êrîşên wan asteng kirin. Bi rojan şer dewam kir. Gelek însanan ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Yên mayî jî bi saya hêzên YPG’ê ku korîdorej ji bo herêma Rojava vekirin rizgar bûn.
LI KAMPAN HATIN BICIHKIRIN
Êzidiyên di korîdorê de hatin rizgarkirin li Kampa Newrozê ya Rojava hatin bicihkirin. Bi hezaran welatî jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û li kampên bajarên cuda hatin bicihkirin. Bi hezaran êzidî jî bi pêya di sînor de derbas bûn û hatin li bajarên wek Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Şirnexê li kampan bicih kirin.
BI HEZARAN JIN HATIN FIROTIN
Bi hezaran jinên êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin li bazarên koleyan ên Musil, Reqa, Dêra Zorê, Telafer, Minbic û Girê Spî hatin firotin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê qewimî û her kes jê re bêdeng ma. Tevî ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bû jî hêj tê gotin ku 3 hezar jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne.
NÊZÎKATIYA HÊZÊN NAVNETEWÎ
Komîsyona Lêkolînê ya girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2015’an de qirkirina êzidî pê re rû bi rû man kir rapor. Ancak Konseya Ewlehiyê ya NY’yê heta roja îro tu hewldan ji bo vê qirkirinê nehatiye kirin. Lê qirkirin îro ji bilî Parlamentoya Ewrûpa û Ermenîstanê li 44 eyaletên DYA’yê hat qebûlkirin.
5 SAL IN DI KONAN DE DIJÎN
Gelek êzidiyên li Rojava, bajarên herêmê û bajarên Başûrê Kurdistanê piştî rizgarkirina Şengalê vegeriyan warên xwe. Bi hezaran êzidî jî venegeriyan û niha li cihê lê dimînin bi têkoşîna jiyanê didin. 33 malbatên êzidî ev 5 sal in li gundê Qorixê ya bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê ve li konan dimînin û têkoşîna jiyanê didin.
Êzidiyên li gundê Qorixê dimînin destnîşan kirin ku di mehên dawî de bihayê ceryanê ew didin û ev jî di warê aborî de zoriyê ji wan re tîne. Êzidî dibêjin ku her kes wan “bêdîn” dibîne û kes karek nade wan ku bixebitin.
BÊRIYA ŞENGAÊ KIRINE LÊ…
Şêniyên êzidî yên li van konan de dimînin diyar dikin ku her çiqas 5 sal bi ser komkujiyê de derbas bûbe jî lê tiştên bi serê wan ve hatiye wek duh di bîra wan de ye û birîna wan hêj derman nebûye. Welatiyên êzidî diyar dikin ku her çiqas wan bêriya Şengalê warê xwe kiribin jî lê niha nikarin biçin.
MALBAT XEMGÎN IN
Me xwest em li konan li êş, derd û birîna van malbatan bipirsin û bi wan re biaxivin. Lê malbat germ li daxwaz û pirsên me mêze nekirin û naxwazin bibersivînin. Êzidî dibêjin ku ew terkî çarenûsa xwe hatine kirin û dixwazin biçin Ewrûpayê. Nofa û Keleş ên hevjînên hev dibêjin ku ew dixwazin ku li welatek bêkomkujî bijîn.
‘EZ NAXWAZIM WAN ROJAN BÎNIM BÎRA XWE’
Nofa Salîh Elî ya 35 salî diyar kir ku ew dayika du zarokane û dixwaze biçe Ewrûpayê. Elî destnîşan kir ku dema êrîş bi ser Şengalê ve pêk hatin ew û kurê xwe Dilgeş neçar mane ji wir derkevin û got: “Ez naxwazim têkildarî wê rojê tu tiştekî bînim bîra xwe. Ez dixwazim wan rojan ji bîr bikim.”
Elî anî ziman ku ew ji ber zextan bi salan berê ji Tirkiyeyê çûne li Şengalê bi cih bûne û piştî salan şûn ve ji ber êrîşên hovane neçar mane dîsa vegerin ser wê axa ku li serê koçber bûne. Elî wiha got: “Ez dixwazim ji bo jiyanek azad û birûmet biçim. Ez naxwazim bibim koleya tu kesî.”
‘EM ARAMIYÊ DIXWAZIN’
Keleş Salih (40) jî piştî êrîşa bi ser Şengalê ve bi bira û bavê xwe re ketine destê DAIŞ’ê û pişt re bi rêbaziya şivaniyê xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine. Salih got ew ewilî reviyane Dihokê û li vir fêr bûye hevjîn û kurê wî li Êlihê bicih bûne û ew jî tê li kampa Qorixê bicih dibin. Salih da zanîn ku wan bêriya Şengala xwe kiriye û got: “Li halê me û zarokên me binêrin. Ev der ne cihek ku mirov lê bijî. Divê ku zarokên min hîn di şertên baştir de bijîn. Lazime ne li cihek ku çek û mirin lê hebe bijîn. Ev dem ne dema serî jêkirin, kuştin û şerkirinê nîne. Em aramiyê dixwazin. Ez dixwazim li cihek aram zarokên xwe mezin bikim.”
‘ŞENGAL HÊJ DI BINÊ GEFAN DE YE’
Salih anî ziman ku ji bo ew êzidî ne kes kar nade wan û nikarin bixebitin û got: “Dema ez dixebitim jî heqê min nadin. Heke bidin jî kêm didin. Helbet em dixwazin biçin Şengalê. Lê Şengal ne Şengala berê ye. Li her deverê bombe hene û gef li serê hene. Em dixwazin li cihek ku komkujî û hovîtî lê tune be bijîn.”
‘BERIYA ME REVIYAN’
Salih da zanîn beriya êzidiyan hêzên Pêşmerge ji Şengalê reviyane û got: “Pêşmergeyan ji me re got ‘em ê Şengalê biparêz in.’ Lê ew beriya her kesî reviyan.” Salih diyar kir ku pêwîste DAIŞ’î li dadgehên navnetewî werin darizandin û got: “Bila hesabê ji bo pakêtek cixare ku jin û zarokên me firotine bê pirsîn. Tiliya kî div ê komkujiyê de hebe bila were darizandin.”
'AQÛBETA 3 HEZAR JINÊN ÊZIDÎ NE DIYAR E’
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya êzidî jî têkildarî fermanê axivî û da zanîn ku DAIŞ komek ku ji aliyê dewletên navnetewî ve hatiye avakirin e û hêza xwe ji dewletan girtiye. Uca qewimandinên beriya komkujî pêk were bibîr xist û wiha got: “Êzidî li ber çavê hemû dinyayê bi tenê hatin hiştin. 12 siwarên PKK’ê bi bayê bezê xwe gihandin Şengalê û ji bo rizgariya Êzidiyan berxwedanek bêhempa dan nîşandan. Desteka herî mezin jî hêzên YPG’ê nîşan dan. PKK’yî û YPG’yî bûn hêviya rizgariya bi sed hezaran êzidî. Li Çiyayê Şengalê û derdora wê hêj gorên komî hene. 7 hezar jin û zarokên êzidî hatin revandin û firotin. Li bazaran kirin kole û firotin. Îro hêj nêzî 3 hezar jinên êzidî di destên çeteyê DAIŞ’ê de hene. Aqûbeta wan ne diyare.”
‘ME JI BÎR NEKIR Û EM Ê JI BÎR NEKIN’
Endama Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin Şukran Mizrak jî bi rasthatina komkujiyê diyar kir ku ewil 8 hezar welatiyên êzidî hatine Amedê û pişt re hejmara wan zêde bûye û li Baxçeyê Fîdanlikê ya Yenîşehîrê kamp ji êzidiyan re ava kirine. Mizrak got piştî qeyûm tayînî ser şaredariyên DBP’ê hatin kirin êzidiyan bi darê zorê ji kampê derxistin û birin li kampa Midyadê bicih kirine. Mizrak da zanîn ku êzidiyan nedixwest ji Amedê biçin Midyadê û got: “Jinan ji me re digot ‘Amed ji bo me Şengala duyemîn e.’ Ji Midyadê jî xwstin wan bişînin Hatayê. Lê êzidiyan nexwest. Bi piraniya êzidiyên li Midyadê jî ji kampê hatin derxistin. Ji ber ku derfetên wan kêm in dixwazin biçin Ewrûpayê. Em ê jî tu demê tiştên hatine serê jinên êzidî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel – Metîn Yoksu