STENBOL – Zilamê bi navê F. D. di sala 2016’an de tecawizî xwarziya xwe ya 15 salî Î.B. kir, piştî 3 sal şûnde nû doz lê vebû.
Zilamê bi navê F.D. yê di sala 2016’an de tecawizî xwarziya xwe ya 15 salî Î.B. kir, piştî 3 sal şûnde hêj nû doz lê hat vekirin. Dayika F.B. di sala 2019'an de piştî li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ya Stenbolê gilî kir, dozgeriyê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirrsînê de îfadeya mexdûr û malbatê girtin, lê îfadeya bersûc hêj nehatiye girtin. Dayika zaroka mexdûr Î.B., F.B., diyar kir ku 3 sal berê keça wan rastî tecawizê hat, lê dikarîbûn hêj nû serlêdana sûc bikin. Dayik F.B., anî ziman ku ji bo di navbera malbatan de pirsgirêk dernekeve serpêhatiya keça xwe ji kur û hevjînê xwe re rastî negot û wiha axivî: "F.D tecawizî jinek din jî kiriye. Ez ji aliyê malbata F. D ve rastî gefan hatim. Dema bûyer pêk hat keça min ji 15 salî biçûktir bû. Ji ber emeliyat bû nikarîbû xwe biparastiya. Bersûc xalê wê ye. Ez dixwazim bersûc bê cezakirin.
Î.B., jî di hevkariya pedagog de îfade da û anî ziman ku F. D bi hinceta wê fîlm temaşe bike li dijî wê îstîsmara zayendî kiriye."