ŞIRNEX - Derket holê ku qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin Faîk Arican, çend roj berî hilbijartina herêmî 2 mîlyon û 43 hezar TL ên di hesabê otoparka şaredariyê de, ligel ku li dijî mewzûatê bû jî, ji bo karek din xerc kiriye.
Qeyûmê Tayînê Şaredariya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kirin Faîk Arican ê şaredarî kir bin 220 mîlyon TL deyn û ligel avahiya xizmetê gelek neguhêzbarên şaredariyê dewir kirin, derket holê ku hemû karên kirine li dijî mewzûatê ne û di hemû karan de jî nelirêtî heye.
QEYÛM DI MEHEKÊ DE 2 MÎLYON 43 HEZAR TL XIRC KIR
Derket holê ku Arican ê qeyûm, çend roj berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê 2 mîlyon û 43 hezar TL ên di hesabê otoparka şaredariyê de, ligel ku li dijî mewzûatê bûye jî, ji bo karek din xerc kiriye.
Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, qeyûm ji pereyên di hesabê otoparka şaredariyê de, 1 mîlyon û 500 TL li 27’ê Adarê de, 500 hezar TL di 29’ê Adarê de û 43 hezar TL di 4’ê Nîsanê de xerc kiriye.
JI BO ŞAREDARÎ KAR NEKE
Rêveberiya şareariyê yên derbarê mijarê de agahî dan, diyar kirin ku qeyûm çend roj berî hilbijartinê hesabê otoparkê sifir kirine. Rayedarên şaredariyê, dest nîşan kirin ku ji bo şaredarî nekare kar bike û pirsgirêka otoparkê ya bajêr çareser neke, ev nêzîkatî hatiye kirin.