'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'

img
ÇANAKKALE - Çalakgerên li dijî lêgerîna Zêrê Bi Sîyanur a li Çiyayê Kazê nobeta xwe berdewam dikin. Çalakgeran bertek nîşanî lêgerîna şîrketan a zêrê bi Sîyanur dan û gotin: "Çiyayê Kaz pêşeroja Çanakkale ye. Divê her kes li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî talankirinê serî hildin." 
 
Bertek û nerazîbûna gel a li dijî lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê jî lez da xebatên înşaeta madenê. Şirket ji bo qada madenê bê  vekirin bi lez xebatên xwe didomîne. Ger ku qada madenê bi temamî têkeve meriyetê wê li herêmê nêzî 200 hezar dar bên birîn. Wê nêzî 5 hezar û 200 ton teqemenî bê teqandin. Bi vê înşaetê wê hemû girê Balabanê tune bibe. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî tev li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê tune bike. Wê tenduristiya mirovan jî têxe bin talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome.  Parazvanên jiyanê li Çiqayê Kazê nobetê digirin û hewl didin ku rê li pêş vê înşaetê bigirin. Nobeta parazvanên jiyanê bi rojan e didome. Her diçe tevlêbûna nobetê zêde dibe. Li gorî daneyên TEMA heta niha nêzî 200 hezar dar birîne. Endezyarên daristanê yên TEMA'yê tespît kirine ku 200 hezar dar hatine birîn. 
 
DEMEK BERIYA DEMEKÊ DAWÎ LI KOMKUJIYA XWEZAYÊ BÎNIN
 
Parazvanên mafên jiyanê li Qada Balabanê nobeta xwe ya li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dikin. Piştî Bendava Atikhisarê bibe gol, wê ava bendavê li ser ava vexwarinê bandorê çêke û zêrê bi siyanur wê tev li ava vexwarinê bibe. Li ser vê yekê welatiyên bajar yên li Tenişta Çiyayê Kaz dijîn xwestin demek berî demekê dawî li vê komkujiya xwezayê bînin.
 
Yek ji parazvanê xwezayê Serokê Komeleya Piştevaniya ÎDA Ekrem Akgal, ji roja ewil de li dijî talankirina xwezayê li qadê nobetê digire. Akgal, anî ziman ku ji destpêkê de bi rêbazên pir kevn li zêr digerin û wiha got: "Ji bo bigêjin tonek kevirê ku cewher têde heye, 2 ton kevir perçe dikin. Ji bo 3 qiram zêr 3 ton lat perçe dikin. Ger ku wisa bikin wê hemû xwezayê talan û wêran bikin. Ev yek nabe madenvanî. Ev hêj destpêk e ew qas xweza talan kirin. Niha dixwazin ruhsata vir bistînin. Ev der wê qedera pêşeroja Çanakkale diyar bike." 
 
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME
 
Akgul, anî ziman ku her tiştî bê zanebûn bikar tînin û wiha axivî: "Li vir mirov dijîn. Ev der qada jiyanê ye. Divê ev qada jiyanê bê parastin. Ger ku ev xebat bidome, mirovên li vir wê di demên pêş de ji vir koç bikin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê wê bidome." 
 
'EM DIXWAZIN BI XWEZAYA XWE RE BIJÎN'
 
Welatiyê Gundê Akçakoyun Îlhan Genç jî anî ziman ku piştî şîrketên lêgerîna zêrê bi sîyanur bê avakirin wê xweza talan bibe û wiha got: "Em dixwazin bi xwezaya xwe re, sewal, tûtîn û çandiniya xwe bi hevre bijîn. Ez li vir li ser navê hemû Gelê Çiyayê Kazê diaxivim. Em van kanên madenê ne li Kirazli û ne jî li du deverên Çanakkale naxwazin. Zeviyên çandiniyê li vir pir bi reberet in. Bi hezaran sal in mirov li vir dijîn. Mirovên vir bi xêra Çiyayê Kaz debara xwe dikin. Em bang li her kesî dikin ku serî hildin." 
 
Kedkarê Tenduristiyê yê Teqawîtê Mumine Emeklioglu jî anî ziman ku bi salan e li Çanakkale dijî û wiha got: "Xweza, ax û ava vir em heta îro anîn. Em ê li çiya, deşt, ax û ava xwe xwedî derkevin. 
 
Xwendekarê Zanîngeha Egeyê Ecem Kaplan anî ziman ku komkujiya li dijî ekolojiyê roj bi roji zêde dibe û xwest her kes li parastina xwezayê xwedî derkevin. 
 
Serokê CHP'ê yê Çanakkaleyê Îsmet Guneşhan jî anî ziman ku wan di 26'ê Tîrmehê de dest bi çalakiya nobetê kirine û heta Çiyayê Kaz biparêzin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Guneşhan, bang li her kesî kir ku li çiyayê Kaz xwedî derkevin."
 
MA / Bariş Ceyhan - Îrfan Tuncçelik

Sernavên din

03/08/2019
16:24 Girtiyê nexweş Çetînkaya defin kirin
16:11 HDP’ê biryara ‘kampanyeya azadiyê’ girt
16:10 'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan'
15:23 KCD’ê Komxebata Tenduristiyê li dar xist
14:27 Xizmên windayan: Rêya aştiyê di rû bi rûkirina paşerojê re derbas dibe
14:18 Polisan li Dersimê kesek binçav kirin
13:52 Dayikên Şemiyê: Dê edalet rojekê ji we re jî pêwîst be
13:36 Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin
12:51 Caroline Fourest: Ev fîm wê Erdogan bide şermê...
12:04 Di bîranîna Komkujiya Şengalê de berteka 'spî'
11:15 Biryara nepeniyê danîn ser dosya Vedat Ekîncî
11:10 Ji bo îfade bide çû edliyê, hat binçavkirin
10:52 Girtî li dijî sewqê 26 rojin di grevê de ye
10:28 Hejmara meha Tebaxê ya Newaya Jin derket
10:27 Mîskîn Pîso Azzam a Êzidî ya li Mîdyadê dijî: Wê rojê ferman bû
10:05 Ji bo girtina cenazeyê kurê xwe 2 sal û 3 meh in bajar bi bajar digere
10:04 HDP'ê komkujiya li dijî Êzidiyan şermezar kir
09:16 'Ji ber krîza aborî kes qurbaniyan nastîne'
09:16 'Hûn ê çawa wî hawizî biparêzin'
09:13 Dizan malên Suryanî û Êzidîyên Midyadê kirine armanc
09:11 Bermahiyên fabrîqeyan Çemê Ergene jahrînî dike
09:07 Gelê Esentepe: Em bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne
09:05 Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat
Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire
09:03 Poşmantiyê ferzî girtiyên nexweş dikin
09:02 Tarim Orkam Sen: Rençber êdî nikare hilberîne
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN
02/08/2019
20:42 Hevserokê HDP'ê yê berê cezayê wî erê kirin û girtin
16:58 Girtiyê nexweş Tahir Çetînkaya jiyana xwe ji dest da
16:42 Li Çinarê kesek hat girtin
16:13 Eskerên Îranê ciwanekî Bazîdê kuşt û 4 kes binçav kirin
15:43 Tanrikulu ji Wezîr Soylu îzahata gulebara li ser gundiyan pirsî
15:38 ÎHD: Bila 3’yê Tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin
15:38 Baroya Amedê wê piştgiriya hiqûqê bide malbata Ekîncî
14:29 HDK: Em li dijî komkujiya Êzidîyan di çalakiya bêdengiyê de ne
14:19 Li Patnosê 6 kes hatin binçavkirin
13:33 Pêşangeha wêne û nîgaran a jinên êzîdî
13:23 Ciwanê şemitî û ket ava bendavê fetisî
12:45 Walîtiya Colemêrgê: Guleya pekiya Ekincî kuşt
12:29 ÎSÎG: Di Tîrmehê de herî kêm 163 karker hatin qetilkirin
12:07 Şaredariya Rêya Armûşê Dibistana Ziman a Kurdî wêran bûye careke din vedike
12:03 Encûmenê HDP’yî Eres hat berdan
11:56 Li Cîzrê bijîjkek û 3 hemşîre hatin binçavkirin
11:38 Baroya Wanê bersîv da gotina Walîtiya Wanê ya 'sadist' û 'yekperest'
11:08 MYK’a HDP’ê li Amedê civîya
10:40 5 sal di ser Fermana 73’yemîn re derbas bû: Lê birîna wan hêj taze ye
10:36 Îdîayên întîharên Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê anî rojeva meclîsê
10:22 HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne
10:07 Cenazeyê welatiyê di Çemê Firatê de winda bû hat dîtin
09:56 F. D. ê 3 sal berê tecawizî xwarziya xwe kir, nû doz lê vebû
09:55 Qeyûmê Cizîrê 2 mîlyon TL nelirêtî kiriye!
09:16 Li Cizîr û Sîlopî civînên gel ên şaredariyan dewam dikin
09:07 'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'
09:06 ‘Tundiya li dijî jinê rewa dikin'
09:05 Projeya Erdogan vekirina wê pêk anî di salekê de rûxiya
09:04 Gurkan: Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîna demokrasiyê mezintir bibe
09:03 Markeya hilberîna ked û komînal a jinan: Tûşbal
09:02 60 sal in hostetiya kûzan dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2019'AN
01/08/2019
22:14 Eskeran li gundiyan gule reşandin: Zarokek mir
21:43 Ozevîn û Ozdemîr li ser gorên wan bibîr anîn
21:29 Jinan li Amedê bi ‘Karwana Mor” li nava bajêr geriyan
20:00 Welatiyên Mêrsînê serî hildan
16:37 Temellî: Li ser axa Mezopotamya çandinî qedandin, em ê bi hev re çareseriyê li pêş bixin
16:35 Li Kartalê jinek kuştî hat dîtin
16:35 Beştaş: Komkujiya Şengalê nas bikin
15:53 Xizmên şaredarê YSK'ê îstifa kirin
15:28 KCD: Em komkujiya şengalê ya li ser jinên êzîdî şermezar dikin
15:07 Li derve polîsan û li hundir jî Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kir
14:39 ‘Bi bendava Ilısu xwezaya te wêran dibe'
13:47 Cenazeyê Çakmak li Dersimê hat definkirin
13:28 Walîtiyê daxuyand ku 12 hezar koçber ji Stenbolê şandine
12:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Nasnameya 471 welatiyan kontrol kirin
11:08 Parêzerên Yoldaş ê li mala xwe rastî îşkencê hat serlêdana sûc kirin
10:51 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
09:59 Walîtiya Wanê qedexeya 983 rojan parast û Baroyê bi ‘yekperestî’ û ‘sadîstiyê’ sûcdar kir
09:08 Zarokê ji qirika xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:07 Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya
09:07 Wê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê civînên xwe êdî li taxan çêbike
09:04 Parêzerên Ocalan: Awayê berê didome
09:03 Dîwana Muhasebatê di rapora xwe de cih da nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
09:01 ‘Polîs bi beramberiya pereyan, bi gefxwarin û derbkirin sîxurtî lê ferz kirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN
31/07/2019
16:45 Rêxistina HDP'ê li Rihayê starta kongreyê da
16:41 Li Çinarê operasyona eskerî
16:05 ‘Li dijî sînor û cudakariyê em cîhana azad û wekhev dixwazin'
15:20 Karwana KESK'ê ya Wanê gihişt Dîlokê
15:06 Rûniştina doza mamosteyê ku ji îstîsmarkirina 6 xwendekaran tê darizandin hat dîtin
14:37 Parêzerê Erkan Irmak: Dozger der barê windayan de lêpirsîn nake
14:33 Li Îzmîrê karkeran û şaredariyê peymana kar îmze kirin
14:08 ‘Pêwîst e rayedar ji bo karkerên demsalî bikevin bin berpirsiyariyê’
13:04 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin banga çalakiyên 3'yê Tebaxê kir
13:01 Îran jî tevlî operasyona Tirkiyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bû!
12:47 YNK di diyarkirina helwestê de zehmetiyan dikişîne, biryargehên xwe veguhezand cihên bi ewle
12:09 Angaşta ‘PDK û MÎT’ê 4 navendên xebata hevpar ava kirine’
10:39 ‘Armanca projeyan ew e ku Dersimê bêmirov bihêlin’
10:37 Li Dersimê qeza: Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
10:27 Hevseroka Girê Spî Hêvî Îsmaîl: Em li vir in û dest ji axa xwe bernadin
10:26 Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin
09:13 Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû