AMED – Projeya Zexmkirina Sûrê ya ku ji aliyê qeyûm ve hat destpêkirin û li gel ku bi beşdariya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat vekirin jî piştî salekê rûxiya.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di serdema qeyûm de Kolana Gazî û Melî Ahmedê bi “Projeya Zexmkirina Sûrê” hatin nûkirin. Şîrketa ÎSTON a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îhaleya projeyê ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê wergirt û çêkir. Şîrketa îhaleyê ku wergirt kar da taşeronên herêmî. Di çileya 2017’an de bi beşdariya Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim û Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî starta çêkirina Porojeyê hat dayîn.
BI ŞATAFATÎ VEKIRIN LÊ RÛXIYAYE
Wezaretê bênavber pesnê projeyê da û her dem digot ku ew Amedê nû dikin. Proje di 15 mehan de bi dawî bû. Vekirina projeya di 17’ê adara 2018’an de bi beşdariya Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan hat vekirin. Merasîma vekirinê bi awayek şatafatî pêk hatibû û pesnê şaredartiya AKP’ê hatibû dayîn. Rayedarên AKP’ê û saziyên dewletê her tim gotin ku kolanan nûjen kiriye û pesnê xwe pê dan. Hat gotin proje bi 57 milyon lîreyî hatiye çêkirin. 6 meh bi ser projeyê re derbas nebû li hin deveran proje rûxiya. Ev bû 16 meh ku proje temam bûye. Lê niha wesayît û rêwî di bikaranîna kolanan de zehmiyetan dikişînin.
Kevirên li ser kolanê hatine bicih kirin rûxiyane û wesayît nikarin bi rehetî derbas bibin. Dema baran jî dibare av dikeve bin kevirên li ser peyarêyan û li hin cihan golên avê çêdibin. Her wiha lembeyên li kolanan hatin nûkirin dem bi deman pê nakevin.
‘HER DEVERÊ SÛRÊ RÛDIXÎNIN’
Ekolojîst Zekî Kanay û esnafên li kolanan dibêjin ku peyarê û kolan nebaş hatine çêkirin.
Ekolojîst Zekî Kanay da zanîn ku xwestin dîrokê ji nû ve çêbikin lê her dever kavilkirine û xwestine xelkê bi vê projeyê bixapînin. Kanay anî ziman ku evîndariya wan Toledoyê di destê wan de maye û projeya wan di salekê de rûxiyaye. Kanay got hêj salek derbas nebûye hemû kevir ji şûna xwe dileqin û darên tûyan ên li ber deriyên esnafan hatine birîn û di şûna wan de spîndaran çandine û dar baş nayên avdan. Kanay got ji sedî 90’ê daran hişk bûne û hin lambeyên çêkirine jî pê nakevin û bi vî awayî Sûrê rûdixînin. Kanay diyar kir ku bêyî projeyê ji esnafan û xelkê bipirsin bi milyonan lîre hatiye xerckirin û divê kolan ji nûve bên çêkirin.
‘BERDELA WÊ JI ME WERDIGIRIN’
Fîkret Dursun ê li ser kolana Melîk Ahmedê 10 sal in esnafiyê dike jî derbarê projeyê de wiha got: “Muteahîtên vir çêkirin ewilî li ser compîtorê hin proje nîşanî me dan. Reklamê dikirin. Me jî qey got dê proje wisa be, lê wisa derneket. Darên me yên tûyan hebûn û em li ber siya wan rûdiniştin. Lê wan daran jî birîn. Sermaya me diavêjin çopê. Pişt re bedele vê yekê di bin navê bacê de ji me esnafan digirin. Jixwe esnaf nikarin kar bikin, lê pere ji me distînin.”
MA / Rûken Demîr