WAN - 22 jinên li Wanê “Kooperatîfa Hilberîn û Bazarkariyê Tûşbal” avakirin, ev 5 salin hingiva organîk a bijare ya herêmê hildiberînin. Projeya jinan bi temamî li ser ked û komîntiyê hatiye avakirin û hilberina hingiv bi mark “Tuşbal” difiroşin.
Kooperatîfa Hilberîn û Bazarkariyê Tûşbal a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê 22 jinan ve tê bi rêve birin, hem hilberîna hingiv a herî baş a herêmê û hem jî hingiva mêşan bi dest dixin. Projeya kooperatîfê bi temamî li ser ked û komînbûyînê hatiye avakiri. Li herêmê yekem care ku jin vî karî dikin û jinan îsal bi 190 kewan hingiv bi dest xistin. Jin hingiva ku bi dest dixin navê “Tuşbal” a ku bûye weke marke di bazaran de difiroşin.
'EM KEYFXWEŞIN KU MÊŞVANIYÊ DIKIN'
Seroka Kooperatîfê Fatma Bellî (28), diyar kir ku ev 5 salin bi mêşvanniyê re eleqedar dibe û wiha axivî: “Min derbarê mêşvaniyê de li Zanîngeha Duzce perwerde dît û wisan min dest bi vî karî kir. Weke jinekê pir keyfxweşim ku vî karî dikim. Hingiva ku em hilberîna wê dikin bi temamî xwezayî ye û xwerû ye. Hilberîn em bi dest dixin di cihên laboratuwarê de test dikin û wisan dest bi firûtina wê dikin. A rastî em armanc dikin ku hingiva organîk hilberînin. Hilberînên sexte û têkilhev mirovan nexwş dikin. Êdî wisan bûye ku mirov baweriya xwe bi mêşvanên nayinin.”
‘EM JI BO MÊŞAN MÎNA MÊŞAN DIXEBITIN’
Bellî, da zanîn ku ev kar pir zore û wiha got: “Ji bo vî karî zanebûn pêwîste. Ji bo ku em hingivek baş ji mêşan bigirin, em jî mîna mêşan dixebitin. Dinava koloniyekê de 50 an jî 80 hezar mêş dijîn. Dest pê kê fikarê min hebû ku dest bi vî karî bikim. Ez tirsiyam. Lê ev 5 salin vî karî dikim û girêdanbûneke min a mezin jê re çêbûye.”
'EM BERAMBERÎ KEDA XWE NAGIRIN'
Bellî, bal kişandin ser keda ku 5 salin didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê em beramberî keda xwe nagirin. Em bi 90 kewaran dest bi vî karî kir û niha nêzî 400 kewarên me hene. Sala çûyî ji ber nexweşiyekê piraniya mêşan mirin. Par cihê me yê firotinê vekirî bû. Ev cih me nêzî 8 mehan vekirî ma, lê me tenê karî em nîv kîlo hingîv bifiroşin.”
MA / Ayşe Surme