ÊLIH - Parêzvanên mafên mirovan û Rêveberên HDP'ê, birayên hev Salîh, Siddik û Sadî Ozdemîr û prz. Sedat Ozevîn ên 9 sal berê maşîn bi maşîneya wan de teqîya û jiyana xwe ji dest dabûn li ser gora wan ew bibîr anîn.
Rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê, di 9'emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Êlihê yê berê Prz. Sedat Ozevîn, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Êlihê Sadî Ozdemîr, Serokê DEP'ê yê Êlihê yê berê Salîh Ozdemir û birayên wî Sidik Ozdemîr, li ser gora wan ew bibîr anîn. Bernameya bîranînê di pêşengiya ÎHD'ê de hat li darxistin. Di bernameyê de malbata Ozdemîr û Ozevin, Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Serpil Kemalbay, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, Serokê Baroya Êlihê Abdulhamit Çakan û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Girsê ewil gora Prz. Sedat Ozevîn a li Goristana Asrî ziyaret kir. Girsê li ser gora Ozevîn pankarta ku wêneyê 4 kesan li ser heye û “Me hûn ji bîr nekirin, em we ji bîr nakin" vekirin. Girsê piştre rêz girtin û dua xwendin.
Cîgira Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Rahşan Baratay, anî ziman ku encama şerê didome bedela wê giran e û wiha got: "Hevrêyên me di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan û ev bedela wî şerê giran e. Bi taybetî dema em vê têkoşînê dimeşînin ji bo aştiyê em li vê mîrateya wan xwedî derdikevin. Emê heta dawî li vê mîrateya wan xwedi derkevin."
Li ser navê malbata Ozevin jî birayê Sedaz Ozevîn Bariş Ozevin axivî û wiha got: "Teseliya me hatina aştiyê ye. Em her sal di bin baneyê ÎHD'ê de li vir kom dibin. Tenê aştî dikare me tesellî bike. Em dixwazin ev şerê qirêj bi dawî bibe."
Girse piştre derbasî Gundê Meymuniyê ku cenazeyê 3 birayên Ozdemîr lêye bûn. Li vir jî rêz girtin û axaftin kirin. Li vir jî Rêvberê Şaxa ÎHD'ê Ercan Başaran jî parazvanên mafên mirovan bibîr anî û wiha got: "Hemû xebatên wan ji bo parastina mafên mirovan bû. Perçeyê li canê wan ketiye bi me hemûyan re heman êş ava kiriye. Mixabin li ser vê axa me 35 salin pevçûn heye. Ji ber vê pevçûnê em we îro li vir bibîr tînin. Herî dawî li Pilûra Dersîmê zaroka 8 salî Ayaz û xwişka wî ya 4 salî Nupelda Guloglu bi mayînê jiyana xwe ji dest dan. Em êşa wan jî dijîn. Divê şer bi dawî bibe."
Bername bi axaftinan û duayan bi dawî bû.