MÊRSÎN - Welatiyên Taxa Gundogdu û Siteler ên Mêrsînê, ji ber ku 2 sal berê li taxa wan xebatên islaha çemê Çavuşlu kirin û 2 sal şûnde bêyî ser çem bigirin xebat nîvco hiştin û çûn, serî hildan û bertekên xwe anîn ziman. Welatî li ser çem kom bûn, bang li Walî û Şaredar kirin û gotin: "Hûn werin vir. Ger ku hûn kêliyekê vê bêhnê îdare bikin hûn mafdar in."
Rayedarên Şaredariyê û Walîtiyê 2 sal berê li taxên Gundogdu û Siteler yên Navçeya Akdenîza Mêrsînê dest bi xebatên îslaha Çemê Çawuşlu kiribûn. Lê piştî 2 salan bêyî islaha çem bi dawî bikin, karê îslahê nîvco hiştin, ser çem vekirî hiştin û xebat terk kirin. Li dijî vê yekê welatiyên taxê bertek nîşanî rayedaran dan û çalakî li dar xistin. Komek welatiyên taxê li ser Çemê Çavuşlu kom bûn û serî hildan. Welatiyên taxê diyar kirin ku ji ber ser çem vekirî ye, hem ji bo zarokên wan talûke ye û hem jî bêhna ji çem belav dibe nexweşiyan bi xwe çêdike. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber bêhna genî ne di tu halî de ne. Welatgiyan anîn ziman ku berê vir yek ji çavkaniya aborî ya Mêrsînê bû, lê ji ber ku ev xebat nîvco hiştin, hemû kargerî û esnafên li vir deriyên kargerî û dikanên xwe girtin û nikarin kar bikin. Welatiyan bang li Walî û Şaredar kirin û xwestin werin şûna wan bêhna vir bibînin û gotin: "Hûn werin vir. Ger ku hûn kêliyekê vê bêhnê îdare bikin hûn mafdar in."