ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an ku bi destê DAIŞ'ê pêk hat, ji meclîsê xwest ku lêkolîn bikin û komkujiyê nas bikin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî komkujiya ku DAIŞ'ê ku li dijî Êzidiyan a li Şengalê pêk anî ji meclîsê xwest lêkolîn bike û komkujiyê nas bike. Beştaş, anî ziman ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê êrîşî êzidiyan kir û wiha got: "DAIŞ'ê di êrîşê de jin û zarok jî di navde zêdeyî 5 hezar kurdên êzîdî qetil kirin. Di vê komkujiyê de bi hezaran êzîdî dîl hatin girtin. Zêdeyî 200 hezar mirov ji neçarî koç kirin. Jin hatin revandin û bi zorê firotin. Xwestin wan bi zorê bikin kole. Ev êrîşa hovane ya mezin bi xwe re hilweşinek mezin anîye. Di vê serdemê de di dîroka êzîdîyan a komkujiyê de wekî komkujiya 74'an tê zanîn.
Di sedsala 21'an de ev komkujiya mezin wekî sûcê mirovahiyê û komkujî nayê dîtin. Gelê Êzidî di dîrokê de her dem rastî komkujiyên mezin hatin. Lê tevî hemû êrîşên giran her dem li ber xwe dan. DAIŞ'ê herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzidiyan komkujî kirin. Parlamentoya Ewropa ev yek wekî “Komkujiya Êzidîyan" qebûl kiriye. Komisyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Konseya Ewlehiya Lêkolîn Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestiye ku vê yekê wekî "Komkujî" qebûl bikin. Li gorî raporên ku saziyên ewropa amade kirine wekî e"Sucê li dijî mirovahiyê" pênase kirine. Lê 5 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn, hêj îktîdara Tirkiye ev yek wekî komkujî pênase nekiriye. Em ji meclîsê dixwazin ku komkujiyê bi awayekî fermî wekî Komkujî pênase bike û têkildarî komkujiyê lêkolînê ava bike. Li gorî daneyan 7 hezar zarok û jin dîl ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin. Bi deh hezaran kesên ji DAIŞ'ê reviyan xwe avêtin axa Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Nêzî 25 hezar êzîdî hatin Tirkiyeyê. Êzidiyên hatin Tirkiye li kampên penaberan ên li Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn û Amedê bi cih bûn. Kampên ku bi piştgiriya Partiya Herêmên Demokratîk hatin avakirin, mixabin ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin û navendên penaberan birin cihekî din û dîsa koçber kirin. Di sala 2016'an de 37 hezar û di sala 2017'an de jî 11 hezar êzîdî koçî Almanya kirine."